Şahid qala teqîna li Stenbolê kirin
STENBOL - Kesên ku ji teqînê re bûbûn şahid qala dema teqînê kirin.
Di êrîşa ku li Stenbolê hat kirin de 38 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 166 kes jî birîndar bûbûn. Kesên ku ji vê êrîşa bombeyî ya ku li Stenbolê hat kirin re bûbûn şahid qala dema teqîna bombeyan kirin.
Arîf Çelîkê ku ji bo temaşakirina maça Beşîktaş-Bûrsa Sprorê çûbû stadê destnîşan kir piştî maçê dema ku ew û patronê xwe digel hev xwarin dixwarin teqîneke mezin pêk hatiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Patronê min li cem min bû û me sandevîç dixwar. Me dikir ku em rabin teqîn pêk hat. Ji ber teqînê şewat heta 50 metroyî bilind bû. Ji jor ve di ser serê me de perçeyên caman bariyan. Me hewil da em werin vê derê, lê kesên ku diviyabû berî me werin vê derê hebûn. Me hewil da da ku ji wan re rê vebikin da ku karibin mudaxeleyî vê derê bikin.”
Çelîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew ji ber êrîşê qet ne tirsiyaye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Elbet di wê demê de me tu tuştî hîs nekir. Canê me şewitî lê em netirsiyan. Îro jî em hatin vê derê cem birayên xwe. Em ê her tim li cem wan bin. Rojek dê were ew ê bi çekên xwe di xwe de berbidin. Lê em ê weke wan nekin. Ez pir bi xemgîn im.”
Hakan Yilmazê ku ji êrîşa bombeyî re bûbû şahid jî di derbarê teqînê de tiştên ku ew bi xwe ji wan re bûye şahid wiha anî zimên: “ Piştî ku em ji maçê derketin em bi ber jêrê ve birêve diçûn. Dû re em li cem turubînan sekinîn ku li ser hevdû teqîn pêk hatin. Her der ji nişka ve ronî bû. Me zen kir bombeya deng e, lê dû re gotin ku êrîşa xwekuj e. Wê demê ez bêhiş ketibûm û min biribûn nexweşxanê. Dema ku min çavên xwe li nexweşxanê vekir polês hebûn. Birîndaran dianîn. Rewşeke pir xerab û nexweş bû, ez naxwazim bînim bîra xwe. Serê hemû kesan sax be.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.