Salvegera Fetha Amedê

Salvegera Fetha Amedê

Diyarbekira diyar û bajarê pêxember û eshaban, 1374 sal berî niha, ji aliyê ordî û artêşa Îslamê ya ku ji eshabên pêk dihat ve, hatiye fetihkirin.

Diyarbekira diyar û bajarê pêxember û eshaban, 1374 sal berî niha, ji aliyê ordî û artêşa Îslamê ya ku ji eshabên pêk dihat ve, hatiye fetihkirin. Artêşa Îslamê ya 8 hezar leşkerî, di bin qomandariya Îyaz bîn Ğanem de tê nav mezopotamyayê. Piştî ku gelek dever ji dil û can musluman dibin, artêşa Îslamê tê ber sûrê Diyarbekirê.

Qederê 5 mehan li ber sûr û deriyên bajêr disekinin. Ordiya Îslamê ya ku hezar eshab tê de hebûn, bajar fetih dikin. Şer tenê li ber sûrê, hew dinav hinek mihafiz û eskerên Îslamê de diqewime. Di vê heyamê de 27 eshab şehîd dibin. Di nav wan de hz Suleymanê kurê Xalidê kurê Welîd jî heye.

Bi fetha Amedê erda Kurdistan û Anadoluyê, bi Îslamê muşerref dibin. Bi minasebeta salvegera fetha Diyarbekir ya 1374-an, roja yekşemê li Stadyûma bajarê Amedê, saet di 8ê piştî mexribê de bernameyek tê lidarxistin. Di bernameyê de li ser fethê xeberdanên bi Kurdî û Tirkî tên kirin, îlahî û helbest tên hunirandin. Organîzatorên vê bernameyê hemî xelkê Diyarbekir dawetî bernamê dikin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.