Salvegera Şoreşa Lîbyayê

Salvegera Şoreşa Lîbyayê

Di salvegera duyem ya şoreşa Lîbyayê de, di serî de li paytext Trablûsgarpê, li Bîngazî û bajarên dinê, biçûk û mezin bi 10 hezaran Lîbyayî tevlî pîrozbahiyan bûn.

 Di salvegera duyem ya şoreşa Lîbyayê de, di serî de li paytext Trablûsgarpê, li Bîngazî û bajarên dinê, biçûk û mezin bi 10 hezaran Lîbyayî tevlî pîrozbahiyan bûn.

Kuçe û kolan hatin xemilandin. Milletê salvegera şoreşê bi merşa Lîbyayî ya mîllî pîroz kir. Gelek tedbîrên ewlehiyê hatin girtin. Millet bi tekbîr û sloganan meşiyan. Slogana “Lîbyaya Azad” avêtin. Fîşekên hewayî û meşale hatin bikaranîn. Her wiha jetên herbê û helîkopter jî tevlî pîrozbahiyan bûn.

Hat gotin di pîrozbahiyan de, tu hadîse neqewimîne. Pîrozbahî hê jî dewam dikin. Şoreşa Lîbyayî 2 sal berê di meha Sibatê de, li ber rejîma Qaddafî dest pê kiribû.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.