Şaredarîya MHPê ajandayeke ku tê de Quds wek paytexta sîyonîstan tê nîşandan amade kir

Şaredarîya MHPê ajandayeke ku tê de Quds wek paytexta sîyonîstan tê nîşandan amade kir

Di ajandaya ku ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin a MHPyî ya ku ji bo xwendekaran hat amadekirin de Quds wek paytexta sîyonîstan hat nîşandan ku ev yek bû sedema bertekan.

Li Edenê ji teref Komeleya Alîkarî û Perwerdehîyê ya Gokkuşagi lve derbarê qerara Trump de daxuyanîyeke çapemenîyê hat dayîn û qerara ku hatiye dayîn hat şermezarkirin.

Di daxuyanîya çapemenîyê ya ku hat dayîm de qala ajandaya ku ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin a MHPyî ya ku ji bo xwendekaran hat amadekirin hat kirin û dû re wiha hat gotin: “ Me dixwast îro ji we re qala tiştên cuda bikin. Lê heger îro hêj ew qerara ku Amerîka daye dibêje payetxta îsraîl Quds e, û ger birêveberên welatên Misliman ji bo vê ji şermezarkirinê pê ve tiştekî nakin û  ger di wê ajandaya ku ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin a MHPyî ya ku ji bo xwendekaran hat amadekirin de Quds wek paytexta îsraîl tê nîşandan û ev yek wek xeletîya matbaayê tê îzahkirin  em her tim li meydanan bin û hebûna xwe ya li meydanan bidomînin.”

Piştî daxuyanîyê endam û dildarên komelê çatallastîk û maketên bi xwîn ên pitikan danîn ber sefareta Amerîka.

Derbarê mijarê de ji teref Serokê Şaredarîya Bajêra Mezin a MHPyî Huseyîn Sozlu ve daxuyanîyek hat dayîn, di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin xeletîya ku çêbûye ji ber kêmasîya kontrola agahîyê ye û ew kesên ku min hedef digrin ji wan re tewsîyeya min bila balên xwe ji ser Tirkîyê veneqetînin.

İLKHA














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.