Şaredariyê alîkariya malbata ku di avahiyeke nelihevhatî de dijiya kir
Şaredariyê Mezin a Diyarbekirê alîkariya malbata ku li navçeya Sûra Diyarbekirê di xêniya ku bi heriyê saz kiribûn de dijiya kir.
Şaredariya Mezin a Diyarbekirê alîkariya malbata Bal a 7 kesî ya ku di taxa Kozana girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê de di nav avahiyeke ya ku ji heriyê saz kiribûn de dijiya kir.
Malbata ku zivistanê di mala bê derî û pencere de derbas kir berê diyar kiribû ku nêzî 40 hezar lîreyan deynê wan heye. Piştî vê yekê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê diyar kir ku dê ew wek şaredarî vê xêniyê ji wan re saz bike.
Mehmet Balê bavê 5 zarokan diyar kir ku 2 sal e ew di xaniya bê derî û pencere de dijîn û vê zivistanê jî bi heman şiklê derbas kirine. Bal ragihand ku wî ji ber tunebûna perê nekariye mala xwe saz bike.
Bal diyar kir ku şaredarî soz dabû ku mala wan saz bike. Dûvre Bal wiha li axavtina xwe zêde kir “Min li şaredarî û walîtiyê serîlêdan kir. Cara ewil çnebû. Lê niha hemd ji Xweda re Serokê Şaredariya Mezin ê Diyarbekirê, Serokê Şaredariya Sûrê û mixtarî alîkariya me kirin û wek madî û manewî bi me re eleqeder bûn.”
“Êzingên min tune ku ez bişewitînim”
Bal diyar kir ku hawîrdor û xizmên wî alîkariya wî dikin. Dûvre Bal wiha diyar kir: “Min daxwazname ji şaredariyê re nivîsand. Lê nehat bersivandin. Rewşa mala ku me bi derfetên xwe saz kiriye di holê de ye. Berê me ji heriyê avahî çêkiribû û em li wir dijiyan. Me îdare dikir lê hilweşiya. Ji ber vê yekê ez mecbûr mam min li vir saz kir. Dema ku min çêkir ez ketim bin deynê. Min nexwest ku ez dûçarê faîzê bibim. Lê niha deynê min ketiye faîzê. Nêzî 40 hezar lîreyan deynê min heye.”
Bal diyar kir ku ew berê di dikana pirêkêtan de dixebitiya û wek meaş 800 TL didan wî. Dûvre Bal wiha pê de çû: “Perê ku min distand têra min û zarokên min nedikir. Ez mecbûr mam ji fabrîqê derketim. Ez li her derê li pey îş zivirîm lê min îş peyda nekir. Ez bêkar im.”
“Bila xaniyeke me ya ku em lê bisitirin hebe”
Bal herî dawî wiha axivî: ““Bila xaniyeke me ya ku em lê bisitirin hebe. Ez dikarim îdare bikim lê ev zarok nikarin. Nexweş dikevin. Sar e. Însanên mezin û zarok wekê hev nînin. 3 zarokên min diçin dibistanê. Ji aliyeke ve mesrefa malê û ji aliyeke ve mesrefa dibistanê û deynê min jî heye.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.