Saziya Enerjiya Atomiya Navnetewî Îranê Tehdît Kir
Siyonîst Îsraîl, bi bomba zarokên Filîstînê dikuje û bi bombên atomê Ğezzeyê tehdît dike.
Siyonîst Îsraîl, bi bomba zarokên Filîstînê dikuje û bi bombên atomê Ğezzeyê tehdît dike. Saziya enerjiya atomiya navnetewî ji Îsraîl re tiştekî nabêje, lê kare ji ber fealiyetên wê Îranê tehdît bike.
Saziya enerjiya atomê li ser programa nukleera Îranê dixebite. Saziyê îfade kir ku heta niha, muzakereyên hatine kirin neçûne serî. Serekê saziyê Yukiya Amano li Wiyana Awûstûryayê, di civîna heyetê de di heqê Îranê de endîşeyên xwe anîn ziman. Amano wiha got “Heta niha muzakereyên bi Îranê re neçûn serî. Tirsa me ya ku programa nukleerê ji bo amancên eskerî tê bikaranîn, ji ser me neçuye. Xisûsen rewşa tesîsa eskeriya li Parçînê, me diqilqilîne.”
Amano diyar kir ku fotoğrafên ji peykan hatine kişandin îşaret dikin ku “li Parçînê tevgerînên mezin hene. Divê Îran îznê bide çavdêrên navnetewî, da ku têkevin tesîsê. Wê bi Îranê re di 13ê Kanûnê de muzakere dest pê bike. Em dilxwazên çareya dîplomatîk in. Lê divê Îranê hevkariya zêdetir bike. Deriyê firsendekê vebû. Lê wê zêde vekirî nemîne.”
Li ber emperyalîzma cîhanê, mucadela Îranê ya ji bo parastina heqên xwe tê teqdîr kirin. Feqet li ser mijara programa nukleerê, tewra Ewrûpa û welatên rojava, munafiqtî tên qebûl kirin. Lewra hem ji xebatên nukleera Îsraîlê re dengê xwe nakin, hem jî naxwazin Îran di xebata nukleerê de bipêşve biçe. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.