Saziya Reqabetê cezayê giran da fîrmayên teknolojiyê
Hat ragihandin ku Saziya Reqabetê bi hinceta di xala bihayê perekendeyê de di nabeyna xwe de li hev hatine cezayeke giran daye 10 fîrmayên teknolojiyê.
Hat ragihandin ku Saziya Rqabetê bi hinceta ku di bergeha bihayê perekendeyê de di nabeyna xwe de li hev hatine cezayê giran daye 10 fîrmayên teknolojiyê. Gor agahiyên ku hatine bidestxistin ev ceza 54 milyon 326 hezar û 631 lîre û 74 kurîş e.
Navê fîrmayên ku ceza ji wan re hatine birîn wiha ne:
Bazargeriya Dikandariya Musîqî û Pirtûkan a Doganê, Marketên Gold Teknolojiyê yên Pîşesazî û Tîcaretê, Ticareta Hindir û Derve ya Klîksayê, Pîşesazî û Tîcareta Kumpîtira Vatanê, Ticareta Konsol û Aksesûara Lîstikê ya Aralê, Ticareta Hindir û Derve ya Teknosayê, Ticareta Phîlîpsa Tirk, Şirketa Ticareta Hindir û Derve ya Stenbolê, Ticareta Electronîcsê ya LGyê û Ticareta Vestelê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.