Sê Mehên ku mehên rehmet û mexfîretê ne dest pê kirin

Sê Mehên ku mehên rehmet û mexfîretê ne dest pê kirin

Sê mehên ku di nav xwe de Şeva Leyletûl Qedra ku ji hezar û yek şevê bixêrtir e dihewînin dest pê kirin.

Sê mehên mibarek ên ku Pêxemberê Hz. Muhammed(s.x.l.) di derheqê wan de gotiye “Ya Rebbî!  Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazanê” dest pê kirin.

Meha Recebê, Regaîb û Mîracê, Meha Şabanê Beratê, Meha Remezanê jî  Şeva Leyletul Qedrê di nav xwe de dihewînin ku ev  şev û mehên mibarik ji bo qezenckirina riza Xwedê û ji bo tobekirinê firsedeke mezin e û divê Misliman ji xêra van şev û mehan mehrûm nemînin.

Hedîsên ku di derheqê sê mehan de ji Pêxemberê me hatine neqilkirin

- Ya Rebbî!  Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazê.

- Ji bo wan kesên ku di mehên haram de rojên pênçşem, în û şemiyê rojiyê bigrin re  xêra îbadetên bi qasî du salan tê nivîsîn.

-Di mehên haram de rojek rojî girtin û rojek xwarin pir bi fezîlet e.

-Di meha Recebê de pir zêde îstîxfar bikin;lewra  di her wextên meha Recebê de evdên ku Xweda wan ji cehnemê azad kiriye hene. Her wiha di cennetê de qesrên wisa hene ku encax kesên ku di meha Recebê de rojî digrin dikarin têkevin wê derê.

Dîrokên şev û rojên mibarek ên sê mehan:

Îsal sê meh di 13ê meha Sibatê roja şemîyê dest pê bikin. Dîrokên wan şev û mehên mibarek ên din jî wiha ye:

Qendîla Regaîbê: 18ê Sibatê  Roja Pêncşemê

Qendîla Mîraçê: 21ê Adarê Roja Çarşemê

Destpêka Meha Şabanê: 14ê Adarê Roja Yekşemê

Qendîla Beratê: 27ê Adarê Roja Şemîyê

Destpêka Meha Remezanê: 12ê Gulanê Roja Çarşemê

Şeva Leyletul Qedrê: 8êGulanê Roja Şemîyê

Arefe: 12ê Gulanê Roja Çarşemê

Îda Remezanê: 13, 14 û 15ê Gulanê.

 

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.