Sê Mehên ku mehên rehmet û mexfîretê ne sibe dest pê dikin

Sê Mehên ku mehên rehmet û mexfîretê ne sibe dest pê dikin

Sê mehên ku di nav xwe de Şeva Leyletûl Qedra ku ji hezar û yek şevê bixêrtir e dihewînin di 23yê meha Çileyê roja duşembê dest pê dike.

Sê mehên mibarek ên ku Pêxemberê Hz. Muhammed(s.x.l.) di derheqê wan de gotiye “Ya Rebbî! Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazanê” di 23yê meha Çileyê roja duşembê dest pê dike.

Meha Recebê, Regaîb û Mîracê, Meha Şabanê Beratê, Meha Remezanê jî Şeva Leyletul Qedrê di nav xwe de dihewînin ku ev şev û mehên mibarik ji bo qezenckirina riza Xwedê û ji bo tobekirinê firsedeke mezin e û divê Misliman ji xêra van şev û mehan mehrûm nemînin.

Hedîsên ku di derheqê sê mehan de ji Pêxemberê me hatine neqilkirin

- Ya Rebbî! Recep û Şabanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Remazê.

- Ji bo wan kesên ku di mehên haram de rojên pênçşem, în û şemiyê rojiyê bigrin re xêra îbadetên bi qasî du salan tê nivîsîn.

-Di mehên haram de rojek rojî girtin û rojek xwarin pir bi fezîlet e.

-Di meha Recebê de pir zêde îstîxfar bikin;lewra di her wextên meha Recebê de evdên ku Xweda wan ji cehnemê azad kiriye hene. Her wiha di cennetê de qesrên wisa hene ku encax kesên ku di meha Recebê de rojî digrin dikarin têkevin wê derê.

Dîrokên şev û rojên mibarek ên sê mehan:

Îsal sê meh di 23yê meha Çileyê roja duşemê dest pê bikin. Dîrokên wan şev û mehên mibarek ên din jî wiha ye:

Qendîla Regaîbê: 26ê Çileyê Roja Pêncşemê

Qendîla Mîraçê: 17ê Sibatê Roja Înê

Destpêka Meha Şabanê: 21ê Sibatê Roja Sêşemê

Qendîla Beratê: 6ê Adarê Roja Duşemê

Destpêka Meha Remezanê: 23yê Adarê Roja Pêncşemê

Şeva Leyletul Qedrê: 17ê Nîsanê Roja Duşemê

Arefe: 20ê Nîsanê Roja Pêncşemê

Îda Remezanê: 21,22 û 23yê Nîsanê.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.