“Sedema êş û elemên ku em dikşînin tunebûna nîzameke me ye”

“Sedema êş û elemên ku em dikşînin tunebûna nîzameke me ye”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku di bernameya fitarê axivî diyar kir “Him li derve û him jî li hundirgelek mişkîleyên me yên ku nayên çareserkirin hene. Sedema êş û elemên ku îro em dikşînin tunebûna nîzameke me ye.”

Li Sîwereka Rihayê ji teref  Serokatiya Navçê ya Sîwerekê yê HUDA PARê ve bernameya fitarê  hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz, temsîlkarên STKyan û gelek kesên vexwandî beşdarî bernameyê bûn.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku beşdarî bernamê bû di bernameyê de di derbarê rojevê de nirxandinan kir.

Yavuz di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir sedema ku bûyerên ku li erdnigariya Îslamê  diqewimin tunebûna nîzam û pergalekê ye. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di van rojên mibarek de mixabin li erdigariya Îslamê gelek bêhizûrî rû dan û ev jî bûn sedem ku kêfxweşiya me ne di cî  de be û şikestî be. Em him li hundir û him jî li derve êşê dikşînin. Sedema êş û elemên ku îro em dikşînin tunebûna nîzameke me ye. Digel ku rezîl be jî nîzameke kufrê, siyonîzmê û emperyalîzmê heye; digel ku bê edaletî, zilm û neqencî tê de hebe jî dîsa nîzameke wan heye. Ew kes bi vê nîzam û pergela ku zilm, wehşîtî û bêedaletiyê dihilberîne  ne tenê li dinyaya Îslamê li temamê dinyayê hikûm dikin. Ew kes bi vê bênîzamiya ku navê wê nîzam danîne bi ser dikevin û xalip tên û li dinyayê hikûm dikin.”(ÎLKHA)


















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.