Sedemên êşa zik di zarokan de
Êşa zik a ku di zarokan de zêde tê dîtin, di rêza pêşîn a gilî û gazincan de ye ku dê û bav di fêmkirina sedema wê de zehmetiyê dikişînin.
"Pisporê Tenduristî û Nexweşiyên Zarokan Dr. Muhammed Sami Tufan 5 sedemên girîng ên êşa zik di zarokan de anî ziman, hişyarî û pêşniyarên girîng kir"
Pisporê Tenduristî û Nexweşiyên Zarokan Dr. Muhammed Sami Tufan diyar kir ku ji ber sedemên mîna gaz, qebizbûn an jî enfeksiyona mîde-rûvî ya demkurt hinek caran êşa zik di zarokan de çêdibe û destnîşan kir ku stres û fikar jî di êşa zik a ku dubare dibe de dikarin rolekê bilîzin.
Tufan got: "Lê belê êşa zik di hin rewşan de dikare bibe nîşaneya pirsgirêkeke tenduristiyê ya girîng ku hewceyî nirxandina lezgîn e."
Tufan bal kişand ser pirsên "Dê û bav nexasim di zarokên temenê dibistanê de bi ramana 'nevsê wî/wê tune ku bice dibistanê' dikarin serlêdana bijîşk dereng bixin; gelo kîjan sedem dibin sedema êşa zik? Di kîjan rewşan de divê bêyî ku dem bê windakirin serî li bijîşk bê xistin?" û sedemên giliyên zik û pêşniyarên xwe wiha aktar kir:
Qebizbûn
"Di zarokan de qebizbûn yek ji faktorên sereke ye ku dibe sedema êşa zik. Nexasim di zarokên temenê dibistanê de kêmbûna hejmara derketina derve (dîskilamê), derketina hişk û bi êş û ji ber paşvexistina tualetê li zik nepixandin dikare bê dîtin. Êş pirranî bi awayê hatin û çûnê çêdibe û piştî tualetê rehetbûn tê hestkirin. Negirtina şilavê ya bi têra xwe ji aliyê zarok ve, beslenmeya feqîr ji aliyê lîfê ve û paşvexistina hewcedariya tualetê dikare bibe sedema qebizbûnê. Lê belê di êşa zik a ku dubare dibe an giran dibe de divê tenê wekî qebizbûn neyê fikirin û nirxandina bijîşk neyê îhmalkirin.
Gaz û enfeksiyonên mîde-rûvî
Gaz û guherînên di tevgerên rûviyan de di zarokan de dibin sedema êşa zik a demkî. Nexasim di rewşên ku vereşîn, îshal û carna jî agir (pileyên germê) pê re heye de enfeksiyonên mîde-rûvî di nav sedemên ku zêde tên dîtin de cih digirin. Enfeksiyonên vîral di zarokan de ji sedemên belav ên enfeksiyonên mîde û rûviyan e. Di vê rewşê de yek ji xalên herî girîng ew e ku zarok bi têra xwe şilavê bistîne û nîşaneyên bêavbûnê ji nêz ve bên şopandin. Eger zarok bi têra xwe şilavê nestîne, mîqdara mîzê bi awayekî diyar kêm bûbe, pirr bêtaqat xuyayî be an jî êşeke giran a zik hebe divê bijîşk nirxandinê bike.
Stres û fikar
Di êşa zik de her dem nexweşiyeke avahî an organîk nayê tespîtkirin. Nexasim di zarokên temenê dibistanê de stres, fikar, pirsgirêkên bi dibistan an jî jiyana civakî re têkildar di êşa zik a ku dubare dibe de dikarin rolekê bilîzin. Derketina êşê nexasim di demên bi stres de an jî dubarebûna wê û di nirxandinê de nebûna sedemek diyar a organîk, êşa zik a bi stresê ve girêdayî tîne bîra mirov. Lê belê êşa ku zarok dijî rast e; ji ber vê yekê divê em vê giliyê tenê wekî 'hinceta neçûna dibistanê' nebînin. Ji bo derxistina sedemên organîk û diyarikirina nêzîkatiya guncav di êşa zik a ku dubare dibe de divê serî li bijîşkê zarokan bê xistin.
Enfeksiyona rêya mîzê
Êşa zik carna dikare bibe nîşaneya pirsgirêkeke tenduristiyê ya derveyî sîstema herisînê jî. Di zarokan de enfeksiyona rêya mîzê jî dikare bibe sedema êşa zik. Ji aliyê din ve çavkaniya êşa zik her dem organên nav zik nînin. Di hin zarokan de enfeksiyonên gewrî an pişikê; di zarokên kurik (lawik) de torsiyona testîsê (li dora xwe zivirîna testîsê), di zarokên keç de jî torsiyona overê (li dora xwe zivirîna hêkdanê) rewşên lezgîn in û dikarin xwe bi awayê êşa zik nîşan bidin.
Apandîsît
Yek ji sedemên êşa zik ku hewceyî nirxandina lezgîn e apandîsît e. Nexasim giranbûna hêdî hêdî ya êşê û diyarxuyabûna wê ya di herêma rastê ya jêrîn a zik de, nexwestina tevgerê, nîşaneyên mîna vereşîn an agir (pileyên germê) girîngiyê hildigirin. Lê belê nexasim di zarokên biçûk de apandîsît her dem bi nîşaneyên klasîk nayê dîtin. Ji ber vê yekê êşa zik a giran, a ku hêdî hêdî zêde dibe an jî di herêmeke diyar de bi cih dibe divê sivik neyê dîtin. Di hebûna van nîşaneyan de divê zarok bêyî ku dereng bimîne, eger pêkan be di heman rojê de ji aliyê bijîşk ve bê nirxandin."
Çavdêriya êşê bikin! Eger ev 10 nîşane pê re bin nesekinin!
Dr. Muhammed Sami Tufan wiha lê zêde kir: "Notkirina agahiyên mîna êşa zik a zarok kengî dest pê kir, li ku hat hestkirin, têkiliya wê ya bi xwarin an derketina tuwaletê re, gelo di xewa şevê de ew raqetiye an na û nîşaneyên mîna agir, vereşîn, îshal an giliyê mîzê di nirxandina bijîşk de dikarin bibin rêber."
Dr. Tufan rewşên ku divê dê û bav gava êşa zik di zarokên wan de hebe bêyî ku dem winda bikin serî li bijîşk bidin wiha rêz kir:
Êşa zik giran an domdar be.
Zêdeboyiya hêdî hêdî ya êşê an jî nexasim di aliyê rastê yê jêrîn ê zik de diyarxuyabûna wê.
Vereşîna ku dubare dibe an giran e.
Vereşîna bi rengê kesk.
Dîtina xwînê di vereşîn an dîskilamê (derketina derve) de.
Nepixandina diyar a zik.
Nestandina şilavê ya ji aliyê zarok ve, kêmbûna diyar a mîqdara mîzê an jî nîşandana nîşaneyên bêavbûnê yên mîna zuhabûna dev.
Bêtaqatiya diyar, xewsoxî (meyla xewê) an jî xirabbûna rewşa giştî.
Nexwestina meş û tevgerê ya zarok ji ber êşê.
Di zarokên kurik de pê re hebûna êş, hestiyarî an werimandina testîsê; di zarokên keç de jî pê re hebûna êşa ji nişkê ve ya giran a jêrîn a zik/kasikê û vereşînê. Hebûna van nîşaneyan ji bo torsiyona testîs an overê hewceyî nirxandina lezgîn e.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.