Şehadet ji eniya Yasînan tê xwendin
Mehmed Göktaşê kuli Edenê di bernameya ji bo bibîranîna Yasîn Börü û hevalên wî de axivîgot: “Şehadet ji eniya Yasînan tê xwendin."
Li Edenê ji bo Yasîn Börü, Hasan Gökgüz, Huseyin Dakak, Riyad Güneş, Turan Yavaş û Cumalî Güneşê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê ji teref PKK/HDPê ve li Diyarbekirê bi şikleke hovane û wehşîyane hatibûn qetilkirin bernameyeke bi navê ‘Bîranîna Yasîn û Dostên Wî’ hat tertîpkirin.
Cemîyeta Mistez’efan a Şaxa Edenê bernameya bibîranîna şehîdan li dar xist, temamê şehîdên îslamê bi rehmet hatin yadkirin û çeteyên qatil jî hatin telîn kirin.
Bername di seat 19:30an de li Navenda Salona Ramazanoğlûya Çandê ya Edenê dest pê kir û bi tîlaweta Qur’anê ya ku ji teref Veysî Sonkaya ve hat xwendin berdewam kir. Piştî tîlaweta Qur’anê ji teref hunermendên Ajansa Özlemê Mehmet Alî Oğûz û Bîlal Dalkiliç ve îlahî û ezgî hatin bilevkirin.
Birêveberê Weşana Giştî yê Doğruhaberê Mehmed Göktaş wek axaftvan beşdarî bernameyê bû û behs û qala mertebeyên şehîdî û şehadetê kir.
“Şehadet ew maqama ku divê bê telebkirin e”
Mehmed Göktaş, da zanîn ku mirina di rêya Xweda de ne xisar e, mirina ji bo Xweda meqamekî herî mezin e û divê meriv ji dil vî meqamî bixwaze û li axaftina xwe weha zêde kir: “Dema birayên me behsa şehadetê dikin bi gelemperî ji Sûretê Beqera ayetan dixînin: ‘Kesên di riya Xweda de tên kuştin ew ne mirîn e, lê belê hûn îdrak nakin.’ Feqet di warê şehîd û şehadetê de ayetek din heye di Sûretê Alî-î Îmran de, ez tawsîyeyî we dikim wê ayetê jî bixînin. Weke ku ev ayet hê zêdetir behsa vê rojame dike. Behsa, Yasînan, Hesenan, Huseyînan û Rîyadan dike. Xweda Teala di vê ayetê de wiha ferman dike. ‘Zînhar wan kesên ku di rêya Xwedê hatine kuştin zen nekin ku mirî ne. Bereks ew saxin û li ba Xweda tên riziqkirin û Rebbê wan ew qas nîmet û îhsan daye wan ku ew bi wan bextewar in.’ Li gor di Sûretê Alî-î Îmran de, tê qalkirin şehîd bi nîmetê ji Rebbê xwe pir şad û bextewar in. Hûn zanibin ev şehîd qetîyyen ne ezperestin! Hûn dizanin em li dinyayê ger mirovekî baş bin û dema tiştekî xweş bibînîn demildest em bang meriv û hezkiriyên xwe dikin û em dibêjin ‘Ka werin ji van tehm bikin; ew jî ew şehîd jî bangî birayên xwe yên lî dû wan herin dikin û dibêjin ‘Werin, nîmetên wer xweş li vir hene’ û wan dawet dikin.”
“Şehadet ji eniya Yasînan tê xwendin”
Göktaş, destnîşan kir ku ji şehadeta Yasîn û hevalên wî re giştiyê Tirkîyê şahid e û li axaftina xwe wisa zêde kir: “Heta niha min gotineke tê de di warê şehadeta van egîdan hatibe kirin de şibhe hebe nebihîstiye. Çima? Lewra şehadet ji enîya wan tê xwedin, ji şiklê kuştina wan tê xwendin û ji şiklê şehadeta wan tê xwendin. Wallahî her kes dizane ew şehîd in.”
Göktaş, da zanîn ku di Cejna Qurbanê de Yasîn û hevalên wî li feqîran goştê Qurbanê belav dikirin ku di dîrokê de pir hindik wehşetên wek vê wehşetê derdikeve pêş çavan û îro ev şehîd li giştiyê Tirkîyê bi rehmet tên yad kirin.
Di berdewama bernamê de sînevîzyona ku tê de sûret û peyamên şehîdên ku di 6-7ê Cotmeha 2014an de ji teref PKK/HDPyiyan ve bi hovene hatibûn qetilkirin hat pêşkêşkirin, di dema pêşkêşkirina sînevîzyonê de kesên beşdervan dilzîz bûn rondikan barandin û bênavber tekbîr anîn.
Bername bi şiir û diaya ku ji teref Mehmet Emîn Gulseverê bernamevanê Rehber Tv ye hat xwendin bi dawî bû. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.