Şehîd Aytaç Baran di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat yadkirin

Şehîd Aytaç Baran di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat yadkirin

Aytaç Baran ku di 9ê Hezîrana 2015an de li Dîyarbekirê ji teref xaînên PKKê ve hatibû şehîdkirin, di salvegera şehadeta xwe ya 9emîn de ji teref Cemîyeta Mistezefan û Platforma Karwanê Şehîdan ve bi bernameyê hat yadkirin.

Bername li Dîyarbekirê di Gora Esrî ya Yenîkoyê de hat tertîpkirin û bi Qurana Pîroz dest pê kirin.

Di bernameyê de Sûreya Yasînê hat xwendin û dûre Mele Recaî Guler derheqê ehemmîyeta rojê de axavtinek kir û di axavtina xwe de îfade kir ku şehîdên wek Aytaç Baran ji bo Îslamê jîyana xwe feda kirine û yên ku îro li Xezzeyê li hember rejîma îşxalker canê xwe didin wek hev in.

Mele Guler destnîşan kir ku Xwedê Teala ji bona ku li ser rûyê erdê dînê xwe hakim bike û bibe xelîfe însanê da wezîfedarkirin, “Ev dîn dînekî ku ji bona li ser rûyê erdê bibe hakim hatîye şandin. Xwedê Teala kengî li ser rûyê erdê an jî li ku derê pêxemberekî an jî kitêbekî şandibe ji bona ku li ser rûyê erdê dîn hakim bibe şandîye. Ji bona ku ev dîn hakim bibe dem bi dem bedêl hatine dayîn, xwîn û xwêdan hatine rijandin. Ev dîn ne dînekî ku li ser maseyê bibe hakimkirin e.”

“Şehîd, heyata xwe ji bona ku dînê Xwedê ji însanan re qal bike kiribû feda”

Mele Recaî weha got, “Yên ku şehîd Aytaç nas dikin, wî dizanin, yên ku seatekî jî bi wî re muhabbetê kirine ew ê bizanibin ku armancekî wî yê tenê hebû û armanca wî jî hakimbûna li ser rûyê erdê yê Şerîatê Xerra ye. Şehîd Aytaç Baran ji tu bedêlê xwe paş nedida û armanca wî û hevalên wî nasbûna vê dînê ye, divê ev millet jî bi vê dînê şeref û îzzetê bibîne.”

Guler, “Em daîma ji esrî seadet mîsalan didin. Eshabîyê Kîram ku xwendekarên Pêxember eleyhîsselat bûn ji me re qal dikin. Mêrên ku dewra Esrî seadetê ji me re qal dikin jî hene, ji wan mêran yek jî Aytaç Baranê ku ji xwe re Musab îbnî Omer kirîye mînak e. Çawa ku Musab îbnî Omer ji teref Pêxemberê me ve ji Medîneyê re ji bona ku Îslamê qal bike û bibe wan kuçe û kolanan û Musab piştî ku Medîneyê ji hemû kesan û cîhan re belav kir û di vê rê de micadeleyê kir, Kekê Aytaç jî di vê rê de li Şehîtlixê, Baxlera û di hemû kolanên Dîyarbekirê de emrê xwe fedayê qalkirina dînê Xwedê kiribû. Ew di vê oxirê de ji tu tiştekî şerm nedikir û neditirsîya.”

“Çiqas jî şekl û cîhên wî cuda bin îro li Xezzeyê jî heman tişt tê meşandin”

Guler derheqê girêdaybûna Şehîd Aytaç Baran ê ji bo doza wî de jî axivî û weha got, “Digel çend roj berîya şehadeta wî derheqê ku ew ê li dijî wî êrîşek bê kirin de agahî hatibû dayîn ew di mala xwe de rûnenişt, xwe nerawestand, ‘tehdîd heye û ez ê di mala xwe de rûnêm’ negot. Ew ji bona ku dînê Xwedê li ser rûyê erdê hakim bibe micadeleya xwe berdewam kir.”

Dûre Mele Recaî weha berdewam kir, “Ger ku em van însanan nas bikin, bi wan re bin, doza wan ji xwe re wek doz qebûl bikin em ê îzzet û şerefê bidestbixin. Îro heman doz li Fîlîstînê tê meşandin. Doz û micadele yek e, encax dibe ku şeklên wan veguhere. Çawa ku li van axan di salên 1990îyan de li hember rêxistina mirted micadele hatibû dayîn destanên îzzetê îro li wê derê jî rê nivisandin. Ev micadele ne tiştekî hêsan e; ev doz doza şehîdên ku cesedên wan hatine şewitandin û ji avahîyan hatine avêtin e, ev doz doza Şehîd Aytaçê ku dikolanên paş de hatîye şehîdkirin e.”

“Micadele û qehremanîyên li Xezzeyê, doza Şehîd Aytaç ku endamê wî bû ye”

Guler derheqê welatên Îslamê ku ketine nav zîlletê de jî axivî û weha got, “Ger ku em li ser rûyê erdê îzzet û şerefê bixwazin, bila qet şibhe bi we re tinebe ku ew îzzet di vê dînê de ye. Wek ku Hezretî Omer digot Xwedê Ezze we Celle bi Îslamê şeref û îzzetê daye me. Ger ku em îzzetê li ber derîyê fikrên xeyrî Îslamî, îdeolojîyên xeyrî Îslamî, emperyalîst û Ewrupayê bigerin ew ê Xwedê me zelîl bike. Wan welatên ku em ji wan re dibêjin welatên Îslamê û bi rastî dibê em bibêjin ‘ew welatên ku xelkê wan Misilman in’ ji ber vê yekê ew vê zilletê tehm nakin gelo? Ev rewşa wan ku îzzetê li ber derîyê Ewrupayê digerin û Şerîata Xwedê avêtina paş xwe ji me re vê zilletê nîşan nade?”

Mele Guler di dawîya axavtina xwe de weha got, “Xwedê ji me re dînekî şandanîye, ji me re diyar kirîye ku îzzet û şeref bi vê dînê dibe. Encax hinek hene îddîa dikin ku îzzet û şeref di didemokrasîyê de an jî di sîstemekî dinê de ye. Encax em dibînin ku wan însanên li pey wan sîstemên dinê diçin bûne kolê emperyalîstan û nikarin tiştekî jî bibêjin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.