Şehîd Hasan Saklanan bi dua û tekbîran hat definkirin

Şehîd Hasan Saklanan bi dua û tekbîran hat definkirin

Şehîd Hasan Saklanan ku li Qudsê ji teref sîyonîstên îşxalker ve hatibû şehîdkirin, li memleketê xwe Rihayê bi dua û tekbîran hat definkirin.

Cenazeya wî li Balafirgeha GAPê hat pêşwazîkirin û ji bona ku bê otopsîkirin ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Riha Mehmet Akîf Înan re hat birin.

Cenazeya şehîd Saklanan demeke dirêj di otopsîyê de ma û piştî nimêja esrê ji Camîya Eyûp Pêxember hat anîtin.

Ji cenazeyê re; Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, Serokê Bajêr Faruk Polat, Endamê Sazîya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Lokman Yalçin, Temsîlkarên STKyan, malbat û hezkirîyên wî beşdarî bûn.

Berîya nimêja cenazeyê di Camîya Eyûp Pêxember de axavtin hatin kirin.

“Xezze doza me ya hemûyan a hevpar e”

Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr di axavtina xwe de weha got, “Me îro careke din dît ku, şehîd tu dem ne mexlûbîyet e. Em tev bi hev re li vê derê şahidîyê dikin ku di serî de Riha di giştî de hemû Misilmanên Tirkîye bi şehadeta Şehîd Hesen şanazîyê dibînin. Ev ji bo me hemûyan şeref û şanazîyekî mezin e. Xezze doza me hemûyan a hepar e. Mîrasa hevpar ya hemû Misilmanan e. Ne mimkin e ku xûşk û birayên me yên li wê derê dema bêne qirkirin û em jî li vê derê di nav rehetîyê de bin. Dema ku li wê derê qirkirinekî were kirin ne mimkin e ku em li vê derê di nav kêf û rehetîyê de bin û bi tevî malbata xwe biqewet bin.”

“Me qetlîamên li Xezzeyê bîrva nekirîye û em ê bîrva nekin jî”

Demîr bal kişand ku ew derheqê meseleya Xezzeyê de hestyarîyekî nîşan didin, “Xwedê şahid e û hûn jî şahidin ku ji destpêka qirkirina ku di roja 7ê Cotmehê de dest pê kiribû em tu car qirkirin, êş û jana li wê derê bîrva nekirine. Em bi tevî Xezzeyê radibûn û bi tevî Xezzeyê radiketin. Em bi tevî hemû îmkanên xwe wek meddî, menewî û qeweta xwe ya sîyasî çi ji destê me dihat ji bona wan xuşk û birayên xwe û ji bona doza xwe ya pîroz seferber bûbûn. Em wek HUDA PARê ji roja ewil heta niha bi tevî van birayên me ku niha yek ji wan li cem me ye û kêleka min e re bûn. Di vê meseleyê de me hestyarîyekî nîşan da û derxist holê. Ji ber vê yekê em bi şehadeta vî şehîdê xwe îftîxar dikin. Bi îzna Xwedê doza Qudsê heta ku mizaffer bibe, Mescîdî Eqsa bighêje serxwebûnîya xwe û şebekeya terorê ji vê dinyayê bê paqijkirin em ê şerê vêya bidomînin. Em ê tev bi hev re ev hessasîyeta xwe biparêzin.”

“Ketina Xezzeyê wek ketina Rihayê ye”

Demîr, bal kişand ku mexlûpbûna Fîlîstînê, wek mexlûpbûna ummeta Îslamê ye:

“Em ji roja ewil ve vê tiştê dibêjin; ketina Xezzeyê wek ketina Rihayê ye. Ketina Fîlîstînê wek ketina Tirkîyeyê ye. Mexlûpbûna birayên me yên li Fîlîstînê wek mexlûpbûna ummeta Îslamê ye. Em ji roja ewil ve dibêjin; bi rastî niha yê ku di bin dorpêçê de ye ne Xezze ye, yê ku di bin dorpêçê de ye Mescîdî Eqsa û ummeta Îslamê ye. Heta hemû diranên bireveberîyên ummeta Îslamê nehatine şikandin Xezze û Mescîdî Eqsa nehatin îşxalkirin. Kengî ummeta Îslamê belawela û perçe parçe bû wê çaxê yekîtî û bihevrebûn jî xera bû. Di nav ummeta Îslamê De fitne û fesadê çêbû, dûre bi rehetî destê xwe ji Xezzeyê re, ji Mescîdî Eqsayê re dirêj kirin. Gelek ders û îbredên mezin hene ku em ji vêya ji xwe re derbixin. Heta ku ummeta Îslamê belawela be tiştekî ku em bibêjin ummeta Îslamê wê tinebe. Heta ku ummeta Îslamê ewakî parçe û belawela bibe tu pîrozbahîyekî me ne di bin ewlehîyê de be. Heta ku ummeta Îslamê belawela be çi Tirkîye, çi Enqere, çî Dîyarbekir, çi Riha, çi Mekke, çi Medîne, çi Xezze û çi jî Mescîdî Eqsa wê di bin ewlehîyê de nebe.”

“Ey xelkê Rihayê em we pîroz dikin”

Yek ji rayedarên HAMASê Mecîd Ebû Hesen jî di axavtina xwe de weha got, “Ji HAMASa serokê berxwedana xelkê Qudsê û ji dengê Xezzeyê û hilma ummetê xelkê Xezzeyê ji xelkê Rihayê re silav be. Bila ji birayê me şehîd Hesen ku dema hemû dinya dixebitîya, hemû dinya şermezar dikir ew canê xwe, malê xwe û rihê xwe bi kêreke biçûk feda kirîye re silav be. Miheqqeq birayê me şehîd Hesen xwe bi şermezarkirinê tenê nehişt û li hember vê zilmê sekinî. Bi kêreke biçûk ku girtibû destê xwe bû wek xançerê û xwe li dilê Cîhûyîyan xist. Em li cem birayê xwe ne. Ey xelkê Rihayê em we pîroz dikin.”

Waîzê Berê Îbrahîm Ozturk jî derheqê meseleya şehîdî û nimêjê de axivî.

Ji qelebalixîya ku ji bona nimêja cenazeyê ya Hasan Saklanan re kom bûbûn re, Mesulê ji Karên Derve yê HAMASê Xalid Meşal, bi telefonê axavtinek kir. Meşal, di axavtina xwe de şehadeta şehîd pîroz kir.

Piştî axavtinan bi dehhezaran mirov, di nimêja cenaze ya şehîd de sef girtin û nimêjê kirin.

Şehîd Saklanan, dûre bi dua û tekbîran di Goristana Malbata Derîyê Herranê de hat definkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.