Şehîd Huseyîn Welîoğlu Bi Aktîvîteyan Tê Bibîranîn

Şehîd Huseyîn Welîoğlu Bi Aktîvîteyan Tê Bibîranîn

Rejîma cimhûriyetê di tarîxa xwe de, tu car dev ji dijminantiya îmana xelkê musluman û pêşîvanên wanî Îslamî bernedaye.

Rejîma cimhûriyetê di tarîxa xwe de, tu car dev ji dijminantiya îmana xelkê musluman û pêşîvanên wanî Îslamî bernedaye. Bi sed hezaran musluman, ji ber huviyet û hessasiyetên xwe yên Îslamî, marûzî zorbatî û zulma rejîma bûn. Bi deh hezaran musluman hatin qetil kirin. Ya paşîn bi derbeya 28ê Sibatê, te’de û êrîş li cemaeta Hîzbûllah ya ku, li welêt bi xizmeta Îslamê dihat naskirin hat kirin, û rêberê Cemaeta Hîzbûllah Huseyîn Welîoğlu, li Beykoza Stenbolê hat qetilkirin. Bi ser qetilkirina wî ve, 13 sal derbas bûn, lê li gor beyanan, kesên ku bi van êrîşan dixwestin xebatên Îslamî bisekinînin, negihaştine meqsedên xwe.

Digel ku xwedî û hefadên esil yên vî welatî xelkê muslumane jî, piştî ku rejîma cimhûriyetê hat sazkirin, hemî sembol û şîarên Îslamî hatin betalkirin. Bi qanûnên şoreşê, dijminantiya Îslamê hat kirin, hat xwestin ku Îslam ji heyata millet û civakê derkeve. Li hêla Kurdistanê, fikr û riyên çepel û qomonîst, li xelkê musluman dihat pêşkirin û dinav wan de dihat belav kirin. Hêla Kurdistan, ji teref rejîmê ve mexsûs ji aliyên îlmî, ekonomîk, îçtîmaî û siyasî ve, bipaş ve dihat xistin. Asîmîlasyonek ğedar dihat meşandin.

Di vê hengamê de, ji bo parastin û silametiya dîn û heyat û axireta milletê musluman, ehlî Îslamê yên bişiûr û şiyar, bi xizmetên Îslamî derdiketin pêş. Di vê dewrê de Cemaeta Hîzbûllah, ji teref  û bi rêbertiya Huseyîn Welîoğlu ve dihat damezrandin. Li welêt li ber cehalet, feqîrtî, îxtîlaf û asîmîlasyonê mucadele dikir. Bi alîm û maqûlên herêmê, ji bo herêm bi Îslamê ji nû ve dîsa bê avakirin, xebatên teblîğ û îrşadê dikir.

Cemaeta Hîzbûllah, di vê pêvajoyê de, marûzî te’de û êrîşên dewlet û orguta qomonîst bû. Paşî bi derbeya 28ê Sibatê, terora ku li welêt li ser ehlê Îslamê dihat rast kirin, Cemaeta Hîzbûllah jî, nisîbdar bû, û rêberê Cemaeta Hîzbûllah Huseyîn Welîoğlû, di 17ê Çileya 2000î de li Beykoza Stenbolê, di êrîşa li ser malekê de hat qetilkirin.

Piştî qetilkirina Welîoğlû, dewlet li ber muslumana dest bi înfazên bêmehkeme û sîtemkarî kir. Bi hemî wasîteyên ragihandinê, hemî teknîkên herbeke fîzîkî û psîkolojîk bikar anîn û careke din li ehlê Îslamê zulim kir. Bi deh hezaran musluman, bi belgeyên sexte, li ser îfadeyên hinek kesên derew, di binçavan de û girtinan de marûzî îşkence û sîtemên wehşî bûn. Bi sedan ciwan û kes, ji teref mehkemên DGMê ve, bi ceza muebbetê hatin cezakirin, bi hezaran xort û kes jî di navbera 10 û 15 salan de, di hepsan de perîşan bûn.

Rejîmê xwest ku Cemaeta Hîzbûllah bi temamî ji meydanê hilîne. Lê li gor rewşa niha û li gor analîst û maqûlên zana, rewş li zidî xwestina rejîmê bipêşve çuye. Bizr û tovên Îslamê ku di salên 1990an de hatin reşandin, îro bi xizmetên Îslamî di gelek sehayan de ber û fêkî didin.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.