Şehîd Mela Taceddîn Ökten li ser mezelê xwe hat bîranîn

Şehîd Mela Taceddîn Ökten li ser mezelê xwe hat bîranîn

Şehîd Mela Taceddîn Ökten di salvegera şehadeta xwe de li ser mezelê xwe hat bîranîn.

Şehîd Mela Taceddîn Ökten di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Muddeûmûmê ya li Çinarê hat bîranîn. Zarokên şehîd, nêzîkên wî û hevalên wî yên dozê tevlî bernameyê bûn.

img-20260917-wa0025.jpg

Di bernameya bîranînê de piştî xwendina Quranê, derbarê jiyana Şehîd de agahî hatin dan. Nesih Güler diyar kir ku Şehîd Mela Taceddîn Ökten ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ji aliyê dujminê îslamê ve hat şehîdkirin.

Guler, di derheqê ehdû qerara Seyda li ser dawa îslamê hinek mînak dan û ayeta 23yemîn a Sureya Ahzâbê xwend:

"Ji bawermendan hinek zilam hene ku li ser wî tiştê ku soz dabûn Xwedê sadiq man. Hinek ji wan soza xwe bi cih anîn (şehîd bûn). Hinek ji wan jî li benda (şehîdbûnê) ne. Wan soza xwe tu carî neguhertiye."

Guler ehemmîyeta şehadetê anî ziman û wiha got: Xwedayê Teala Qurana Pîrozde wiha ferman dike:

"Kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin (şehîd bûne) qet mirî nehesibînin. Belkî ew li ba Rebbê xwe sax in û tên riziqkirin. Bi tiştên ku Xwedê ji lutf û kerema xwe daye wan şad dibin û ji bo kesên ku li pey wan mane û hêj negihîştine wan (şehîd nebûne) mizgîniyê didin ku ne tirs li ser wan heye û ne jî ew ê xemgîn bibin."

Guler, şehadet meqamekî hewqas mezine Xweda yên heq dike, dike nesîbê wan. Pêxemberê me Hz. Muhemmed (as) jî xwezîya xwe bi şehîda û şehadetê anîye û di derheqê şehadetê wiha dibêje:

" Eger ew ji bo ummeta min pir giran neba, ez ji ti seriyeyê paşve nedimam. Mi di xwest ku di rêya Xwedê de şehîd bibim, paşê sax bibim û dîsa şehîd bibim, paşê sax bibim û dîsa şehîd bibim." (Buhârî, Îman, 26; Müslim, İmâre, 103, 107)

Guler, axaftina xwe wiha domand: "Naskirina Seyda ya bi Cemaeta Îslamî re di sala 1980yî de çêdibe. Heta ku şehîd dibe jî di nav refên Cemaeta Îslamî de cihê xwe girt û ji bo doza Îslamê tiştê ku li ser milê wî diket hewl da ku bi cîh bîne. Şehîd di îbadet û berpirsiyariya Îslamî de pir xesas bû. Li her dera ku lê bû hewl dida ku Îslamê bide famkirin. Pirtûkên Îslamî yên ku timî li gel xwe digerand dida mirovan ku bixwînin... Ji ber ku şehîd xwedî exlaqekî nerm bû, her kesî ji wî hez dikir û rêz li wî di girt. Heta yên ku nêrîna wî parve nedikirin jî ji ber rastgoyî û ewlehîtiya wî karên xwe bi wî didan kirin."

Guler di dewama axaftina xwe de got: "Şehîd tevlî sohbetên Îslamî yên birêkûpêk dibû, tu carî van sohbetan ji dest nedida. Yek ji yekemîn kesên ku tevlî xelekên sohbetê yên Îslamî li Çinarê bûn. Nemaze dema ku rastî ciwanan dihat, mijarên Îslamî ji wan re vedigot û nesîhet li wan dikir ku pirtûkên Îslamî bixwînin."

Guler axaftina xwe bi vê ayetê bi dawî kir:

"muheqqeq em ê we bi hinekî ji tirsê, birçîbûnê, û kêmbûna ji mal, can û kêmkirina mehsûla we biceribînin. Yên ku sebir dikin mizgînîyê bide wan!" (Sûreyê Beqere, Ayeta 155an)

img-20260917-wa0021.jpg

img-20260917-wa0016.jpg

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.