Şehîd Nesîm bi rehmet tê yadkirin

Şehîd Nesîm bi rehmet tê yadkirin

Şehîd Nesîm Demîrtaşê ku di salên 90î de li navçeya Silopîya Şirnexê ji ber xebatên xwe yên Îslamî û bi fedakarîya ku dikir bû hedefa PKKê û di êrîşeke xaîn de hat şehîdkirin bi rehmet û minnet tê yadkirin.

Şehîd Nesîn di sala 1964an de li gundê Xinisa girêdayê navçeya Silopîyê ji dayik bû.Şehîd Nesîmê ku xwedî eqlakeke baş û xweş bû ji ber xebatên xwe yên Îslamî di 25ê Sibata sala 1994an de ji teref PKKya rêxistina murted ve hat şehîdkirin.

Di salvegera 27emîn a şehadeta Şehîd Nesîm de, Muazê ku birayê wî ye û  Salih Gokê ku hevaldozê wî ye derbarê şehîd de ji ÎLKHAyê re axivîn.

“Piştî ku da’wa Îslamî nas kir jiyana wî ji serî heta binî guherî”

Muaz Demîrtaşê ku birayê Şehîd Nesîm e derbarê kekê xwe de destnîşan kir, Şehîd Nesîm her tim jiyana Resûlê Xwedê û sehabîyên wî dixwand û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Exlaqê wî pir xweş bû. Li hember mezinên xwe gelek zêde bi hûrmet bû.Şehîd Nesîm piştî ku da’wa Îslamî nas kir jiyana wî ji serî heta binî guherî, êdî tu meyla wî li ser malê dinyayê nema. Dema ku karê dikandarîyê dikir wan xebat û xizmetên Îslamî jî dikir û ji wan li paş nedima. Ew mêr û egîd bû.Ew her tim ji bo doza Xwedê tiştê ku ji destê wî dihat dikir. Biya min ew şehadetê heq kir.Roja ku birayê min hat şehîd kirin ew Remezan bû. Ew piştî fitarê Qur’anê dixwand. Komek PKKyî êrîş birin li ser mala wî û ew şehîd kirin.”

“Şehîd Nesîm di nav xebatên Îslamî de bû”

Salih Gokê ku hevaldozê Şehîd Nesîmî ye derbarê şehadeta hevalê xwe de wisa axivî: “PKKyîyên ku didîtin Şehîd Nesîm di oxira Îslamê de pir jêhatîye pir aciz dibûn. PKK  li herêmê pêşî xwest bi porpagandayan Mislimanên li herêmê derîne. Lê piştî demekê PKKê bi çekan êrîş bir li ser Mislimanên herêmê. Şehîd Nesîmê ku him bi canê xwe û him jî bi malê xwe di oxira Îslamê de ji teref PKKyîyan ve hat şehîdkirin.”


Şehîd Nesîm bi rehmet tê yadkirin

Şehîd Nesîm bi rehmet tê yadkirin

Şehîd Nesîm bi rehmet tê yadkirin

Şehîd Nesîm bi rehmet tê yadkirin

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.