Şehîd Ûbeydûllah Dûrna
Alîkarê serekê komela Muztezef-Dera Geverê Ûbeydûllah Dûrna, di 5ê Gulana 2011an de ji teref aligirên PKK/BDPê ve hatibû şehîdkirin. Şehîd Ûbeydûllah di salvegera şehadeta wî de bi rehmetî hate yadkirin.
Alîkarê serekê komela Muztezef-Dera Geverê Ûbeydûllah Dûrna, di 5ê Gulana 2011an de ji teref aligirên PKK/BDPê ve hatibû şehîdkirin. Şehîd Ûbeydûllah di salvegera şehadeta wî de bi rehmetî hate yadkirin.
Du sal berê alîgirên PKK/BDPê hilbijartinên parlementeran kiribûn behane û bi molotofan êrîşî der û dor kiribûn. Her wiha şûba Mûstezef-Derê jî nisîbê xwe ji van êrîşan girtibûn. Endamên komelê bi îmkanên xwe van êrîşên hov û har teqizandibûn. Feqet hinek kesên çekdar, ewilî xwestin ku komelê bişewitînin. Molotof avêtin serê baniya komelê. Ûbeydûllah Dûrna ji bo tiştek bi komelê neyê, derdikeve serê baniya komelê. Di wê heyamê de ji PKK/BDPê kesên bi çekên otomatîk li wî direşînin û ew qetil dikin. Cinayeta wehşî 50 metre nêzî hêzên emniyetê pêk hat. Lê polîsan ne dengê xwe kir û ne li ber êrîşkeran sekinîn, ne jî heta niha ji êrîşkeran tu kes desteser kirin.
Di salvegera şehadeta wî de li gundê wî Gagewranê mewlûd hate dayîn. Heyata wî û fedekariyê wî hate beyankirin. Heval û malî û merivên wî tevlî mewlûdê bûn. Mela Ebdurrehîm Tîmûrtaş xoca, li ser xizmet û ğeyreta wî sekinî. Da zanîn ku şehadet ji bo muslumanan ne xisar û berzebûnî ye. Merivên şehîd Ûbeydûllah, xwestin ku failên cînayetê bên girtin.
Xwedayê rebbê alemê rehm û razîbûna xwe li wî û li şehîdên Îslamê qut neke.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.