Şehîd Yuksel Tanê tîmsalê mêranîyê

Ji ser şehadetê şehîd Yuksel Tanê ji ber zilma ku di demên tarî yên 1990îyan de dihat kirin qebûl nedikir ji teref PKKê ve hatibû şehîdkirin 29 sal derbas bûn.

Şehîd Yuksel Tanê ku di encama şewitandina mînîbûsa rêwîyan de ya ji teref PKKê ve hatibû şewitandin bi wan re ketibû nav pevçûnê û di encama wê pevçûnê de şehîd ketibû, ji ser şehadeta wî 29 sal derbas bûn.

Dema ku dîrok 7ê Tebaxê a sala 1993yan nîşan dida mînîbûsa ku rêwî tê de bûn li nêzê Pira Tîlwerê dûçarê çalakîya PKKê a rê girtinê bû. PKKyê ku bi tevî mînîbûsê teşebbûsê qetilkirina rêwîyan jî kir, mînîbûsa ku da sekinandin serê ‘ewil gule lê barand û dû re jî şewitandibû. Di wê meseleyê de 6 kes bi wehşîyane canê xwe ji dest dabûn.

Gundîyên Qubikê jî derheqê wê meseleyê de axivîn û qala exlaqê xweş yê şehîd Yuksel Tan kirin.

“PKK, bi tevî mînîbûsa ku şewitandibû 5-6 kesan jî kuştibû”

Abdurrahman Tanê apê Şehîd Yuksel Tan qala exlaqê Yuksel Tan kir û destnîşan kir ku ew wê demê hêj 23 salî bû, di ciwanîya xwe de gelek bêtirs û sivik bû, bitevî bêtirsî û sivikbûnîyê xwedîyê exlaqekî helîm bû û ji birayên xwe re jî biratîyê dikir, bi giştî heywanan xwedî dikir anjî ‘erdan diajot hetta carna wê mînîbûsa ku hatibû şewitandin jî ew diajot.


ABDURRAHMAN TAN

Tan qala wê roja qetlîamê kir, “Wexta debrê bû, piştî nimêja ‘esrê dengê teqînekî hat ji me re û bi tevî wê dengê jî me dît ku wa dûmanekî reş radibe û me fêhm kir ku êrîş li mînîbûsê hat kirin. Wê demê em jî ji ber ku erebe tinebûn bi qamyon û traktoran çûn cihê êrîşê. PKK; êrîşê kiribû, mînîbûsê şewîtandibû û 5-6 kesan jî kuştibû. Bi guleberdana yekî êrîşdar jî guleyek tê li Yuksel dikeve û Yuksel li wê derê dikeve ’erdê û şehîd dibe.”

“Birê min mêr bû, fedakar bû û ji bona de’wa Îslamê micadele dikir”

Lokman Tanê birê şehîd jî qala hessasîyeta şehîd ji de’wa Îslamê re kir û weha axivî, “Şehîd, di salên 1989an de ket nav de’wa Îslamê. Dema ku dîrok sala 1991an nîşan dida PKK zilma xwe li ser herêmê zêde kiribû. Ji xwe wê salê jî birê min Yuksel çûbû leşkerîyê. Dema ku birê min ji leşkerîyê hat vê carê jî ez çûm û ji ber vê yekê min 6 sal birê xwe nedît. Roja ku min teskere girt PKK êrîşî mînîbûsê kirîye û birê min jî şehîd kirîye.”


LOKMAN TAN

Tan di berdewama axavtina xwe de bal li ser exlaqê xweşik yê birê xwe kir û weha got, “Birê min mêr bû, fedakar bû û ji bona de’wa Îslamê micadele dikir. Exlaqê wî jî gelek xweş bû. Bi bavê min dîya min û eqrebeyên me re gelek xweşik miamele dikir.” (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler