Şehîdên Susayê ew ê bên yadkirin

Şehîdên Susayê ew ê bên yadkirin

Ji bona hevalên Mizgeftê yên ku ji teref PKKê ve di gundê Susayê ya ku girêdayê navçeya Farqîna Dîyarbekirêye de hatin şehîdkirin ew ê bernameyek bê tertîpkirin.

Li ser şehadeta 10 hevalên Mizgeftê yên ku di 26ê Hezîranê sala 1992yan de li gundê Susayêya navçeya Farqîna Dîyarbekire de ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin 30 sal derbasbûn.

10 Misilmanên ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin, di salvegera şehadeta xwe de bi rehmet û minet tên yadkirin.

Bi minasebeta 30yemîn salvegera şehadetê ji teref Komela Susa (Susa-Der)yê ve 26ê Hezîranê roja Yekşemê di seat 15.00an de li ser qebrên şehîdan li Susayê ew ê bernameyek bê tertîpkirin.

Endamên PKK yên ku di 26ê Hezîranê sala 1992yan de di nav cilên leşkerên Tirkîyeyê de hatibûn gund û êrîş li mizgeftê kiribûn, Abdulxaliq Ugaşê Meleyê Mizgeftê, Huseyîn Çetînkaya, Hecî Ahmet û kurê wî Muhamemd Emîn Kantar, Zekî, Medenî, Saîd û Mekî Fîdanci yên birayên hev, Muhammed Alî Uslu û Ednan Kantar şehîd kiribûn û 5 kesan jî birîndar kiribûn.

PKKyê ku bi qelîama mizgefta gund têr nebû, bi tevî alîkarîya mîlîsên di nav gund de nehêşt ku birîndaran bên rakirin nexweşxaneyê û ji dîroka xwe yê bi xwîn re qetlîameke nû jî nivîsand. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler