Şehzade Demîr: Lazimatî ji Makeqanûneke sîvîl, aştîxwaz û rapêçker re heye

Şehzade Demîr: Lazimatî ji Makeqanûneke sîvîl, aştîxwaz û rapêçker re heye

Parlamenterê Entabê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr, li bajarê xwe yê Şirnexê, zîyaretan lidar xist.

Demîr di vê zîyareta xwe de derheqê krîza aborî, pirsgirêkên Şirnex û Makeqanûneke nû de nirxandinan kir.

Demîr îfade kir ku nerîna sîyaseta wan ev e “Sîyaset ne ku li Enqereyê li ser maseyê; li seheyê bi welatîyan re bê kirin e.”

Şehzade Demîr derheqê krîza aborîyê de jî axivî û wî îfade kir dibe ku li welatan krîza aborîyê çêbibe anjî musîbet li ser serê wan welatan were, lê divê fatora vê krîza aborîyê ji qismekî tenê ra neyê nîşandan.

Parlamenterê HUDA PARê îfade kir ger ku krîza aborîyê hebe divê hemû kes destê xwe bike binê kevir, tenê hêvîkirina fedekarîyê a ji xelkê nayê qebûlkirin.

Şehzade Demîr di berdewama axavtina xwe de derheqê pirsgirêkên Şirnex, Cizîr û Hezexê de jî kişand û diyar kir ku li Şirnexê pirsgirêkên tenduristî, bêkarî, tiryak, rê û Derîyê Sînora Xaburê heye.

Divê ku van pirsgirêkên di esra 21ê de hene ji holê bên rakirin.

Demîr di axavtina xwe de derheqê makeqanûneke nû de jî axivî û weha got:

“Li gorî me ji ber ku sazîya sîyasetê nehilberîner û berhemdêr û nikare pirsgirêkan çareser bike sedema herî muhîm yê li ber xitimandina Tirkîyê ye. Sazîya sîyasetê zimanekî xerab bikar tîne, di nav xelkê de nîne, pirsgirêkên xelkê naynin rojevê û pirsgirêkên ku di rojevê de ne jî nabînin. Ev jî pirsgirêka herî mezin ya sazîya sîyasetê ye. Divê ku sazîya sîyasetê bi lez û bez makeqanûneke nû bigre rojeva xwe. Makeqanûn peymana di navbera welatî û dewletê de ye. Lê ev makeqanûn makeqanûna ku di dewra cûntayê de hatîye sazkirin e. Û ew daxwazîyên xelkê bi cîh nayne. Divê ev makeqanûn di nav xwe de yekîtî, hevkarî û biratîyê esas bigre. Divê ev makeqanûn ji bona ku mirovekî Tirk, Kurd, Laz, Çerkez û Ereb di nav wê de xwe bibîne be. Lazimatî ji makeqanûneke sîvîl, rapêçker û aştîxwaz re heye. Divê ku sazîya sîyasetê ev meseleyê bi lez û bez biger rojeva xwe. Di nav pirsgirêkên ku me wan pirsgirêkan di lîsteyê de ya herî di sira ewil de nivisandîye yek jî dejenerasyona manewîyat a welatê ye. Ziîfkirina sazîya malbatê, pirsgirêkên ku nesla nû bi wan re rûbirû dimînin, dûrxistina zarokên me yên ji dîn, kevneşopî û nirxên xwe re di meneyeke ciddî de di bin tehdîdekî de ye.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.