Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr: Şêx Saîd, alim û şexsîyetekî muhîm e

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr: Şêx Saîd, alim û şexsîyetekî muhîm e

Parlamenter û Sekreterê Giştî HUDA PARê Şehzade Demîr weha got, “Şêx Saîd Efendî, alimekî ku civaka Kurd qîmetekî zêde dide û şexsîyetekî muhîm e. Çiqas mirovên ku cuda difikirin hebin jî ew cudahî vê rastîyê nikare biguherîne.”

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr, li Meclîsê civîna çapemenîyê lidarxist û derheqê rojevê de nirxandinan kir.

Demîr di axavtina xwe de derheqê nîqaşên ku li ser dayîna navê Şêx Saîd ji bo bûlwarekî derket de jî nirxandinan kir û weha got, “Ev tişt, bi rastî di nav civakê de gelek xweş hat pêşwazîkirin û qebûlkirin, ev tişt bûyerekî gelek kêfxweş e encax hûn jî şopandine ku di çapemenîyê de bi şekleke xerab tê nîqaşkirin. Şêx Saîd Efendî, alimekî ku civaka Kurd qîmetekî zêde dide û şexsîyetekî muhîm e. Çiqas mirovên ku cuda difikirin hebin jî ew cudahî vê rastîyê nikare biguherîne. Dayîna navê Şêx Saîd ji bûlwarekî re biryarekî xweş, baş û biryarekî ku dereng hatîye dayîn e.”

“Bila cîhên mezelên Şêx Saîd, Saîd Nursî û Seyîd Riza bên diyarkirin”

Demîr di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ji aliyê din ve behsa cihê gorên Şêx Seîd Efendî, Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, Seyît Riza û kesayetên din ên ku gorên wan winda ne ji bo malbat, xizm û xelkê herêmê bûye hêviyeke mezin. Li Tirkîyeyê gavên ewakî di warê normalbûnî û tesîskirina biratîyê de gavekî xweş û baş e. Ew ê ji pêvajoyê re jî başîtîya wî hebe. Me tev bi hev re mişahede kir ku feydeya van tiştan hene û çêbûne. Gavên ku di çareserîya meseleya Kurdî de bên avêtin em wisa difikirin ku helbet ew ê biratîyê bi şekleke ciddî tesîrdar bike û wê di pêşveçûna welat de tesîrekî mezin, enerjîyekî mezin bide. Lazim e ku gerek tu kes ji gavên normalbûnîyê netirse. Heta ku tiştên ewakî çêbibin wê xweş bibe û ji pêvajoyê re jî feydeya wî hebe.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.