Sektora trîkotajê rojên zehmet derbas dike
DÎLOK - Ji ber ku dolar zêde û kêm dibe esnafên trîkotajê rojên zehmet derbas dikin, esnaf diyar kirin ji ber zêdebûn û kêmbûna nirxa dolarê karên wan hatiye asta xilasbûnê û bi sedan dikandar jî ji ber vê yekê dikanên xwe girtine.
Esnafê Dîlokê destnîşan kirin ji ber ku di sektora trîkotajê de bihaya ta bi dolarê ve girêdayîye sektora ku wextekî karê herî baş bû a niha di nava zehmetiyê de ye.
Esnafê ku di nava zehmetiyê de ne ji ber vê yekê daxwaz kirin di firotina tayan de ji dêla dolarê de bila TL bê bikaranîn, lewra ji ber zêdebûn û kêmbûna nirxa dolarê ew di karên xwe de hatine ber bi îflasê ve û ji ber vê yekê jî bi sedan dikandar dikanên xwe girtine.
Mehmet Ateşê ku ev bi salan e vî karî dike di derbarê mijarê de diyar kir ev 3 sal e ku em dolarê bi kar tînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vê yekê gelek dikandar îflas kirin û gelek ji wan jî hatine asta îflasê. Sektora trîkotajê di nava zehmetiyê de ye. Ji ber ku dolar her tim zêde û kêm dibe ku ev yek me perîşan dike. Em ta bi dolaran dîstinin lê bi TLyê difiroşin. Ew maye ku çarênûsa me bi dolarê ve nehatiye girêdan. A niha em û digel temamê esnafan heta êvarî betal rûdinin. Ger wisa dewam bike dê exlebeyê esnafan kar nekin.”
Di derbarê mijarê de dikandarên bi navê Alî Baş û Nûreddîn Başê ku di vê sektorê de dixebitin derd û kulên xwe anî zimên û destnîşan kirin dowîz bi şikleke neyînî li ser karê wan tesîr dike, esnaf ji ber zêdebûn û kêmbûna dolaran perîşan e û yek bi yek weke pelên daran diweşin, em nizanin çi bikin, em dixwazin pêşiya dolarê bê girtin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.