Semsûrîyan di salvegera erdhejê de çûn ser mezelan

Semsûrîyan di salvegera erdhejê de çûn ser mezelan

Semsûrîyên ku di erdheja 6ê Sibata de xizmên wan û malbatên wan rehmet kiribûn, di salvegera erdhejê de çûn ser mezelan û gorên xizm û malbatên xwe zîyaret kirin.

Li ser mezela dîmenên dilşewat pêk hatin, dua hatin kirin û quran hatin xwendin.

Bi dehhezaran mirov piştî nimêja serê sibehê çûn ser mezelên malbat û xizmên xwe.

“Rehma Xwedê li ser hemûyan be”

Aykut Akbulut diyar kir ku ew ji bona zîyareta xizmên xwe hatine ser mezelan weha axivî, “Li ser erdhejê salek derbas bû lê hêna jî birîn û janên me wek roja ewil e. Em ji bona ku fatîhayekî ji eqrebeyên xwe re bixweyînin hatine li vê derê. Xwedê bila rehma xwe li ser hemûyan bike, Xwedê bila şehadeta hemûyan qebûl bike.”

“Îro li vê derê xemgînîyekî û derdekî hevpar heye”

Mahmut Karaman weha got, “Tam salekî li ser erdheja esrê derbas bû. Erdhej herî giran xwe li Hetay û Semsûrê nîşan da. Îro li vê derê xemgînîyekî û derdekî hevpar heye. Xwedê bila carekî dinê felaketên ewakî ji dinyayê re nîşan nede. Tiştê ku ji Xwedê tê emrê wî li ser serê me ye. Dema ku em li dinyayê dinhêrin, îsraîl mezlûmên Fîlîstînî qetil dike, dinya jî wan temaşe dike. Em ji halê xwe re şikir dikin, hemd ji Xwedê re be. Ev tiştê ku hatîye ser serê me ne bi destê însanan e. Îro însanan goristanan tijî kirîne. Em bi heman zimanê xeber didin. Derdê me û xemgînîya me yek e. Rebbê min bila ji mirovên ku wefat kirine re rehmê bike, ji mirovên ku sax mane re jî sebrê bide.”

“Em îro hene dibe ku sibe tinebin”

Halîl Tepe îfade kir jîyana herî muhîm jîyana axiterê ye, “Xwedê Teala çi emir bike ew tişt wê bi cîh were. Însan jî li hember emrê Xwedê nikare tiştekî bike. Ew ê ku muhîm e jî ev e ku em di vê şiûrê de bijîn, em îro hene lê dibe ku em sibe tinebin. Em zanibin ku axiret heye û jîyana rastîn li wê derê ye ji ber vê yekê em jî li gorî wî hereketê bikin. Ev dinya dinyayekî wisaye ku êvarê radikevî serê sibe nikarî rabî. Li gundê me çil kes rehmet kirin. Yek ji wan wefatîyan jî zavê deh rojan bû, ew û pîreka wî jî hafiz bûn. Xanîyekî xera dibe û li ser mala wan dikeve, ew jî di bin kavilan de dimînin û şehîd dibin.”

“Zarokên hemû birayên min mirin”

Mehmet Nurî Demîr ku gelek xizmên wî rehmet kirine weha got, “Her birayekî min pênc zarokan wan hebûn, lê ji zarokên wan ti kes jî nema. Tiştekî ku ez bibêjim tineye. Xwedê cardin felaketekî ewakî nîşan nede. Xwedê hemû ummeta Muhammed ji qeza û belayan mihafaze bike. Xwedê ji we hemûyan razî be.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.