Şengalî: Li Kurdistana Iraqê milyonek û 300 hezar penaber hene

Şengalî: Li Kurdistana Iraqê milyonek û 300 hezar penaber hene

Wezîrê Karûbarên Derve Kerîm Şengalî destnîşan kir ku li Kurdistana Iraqê milyonek û 300 hezar penaber hene.

Wezîrê Karûbarên Derve Kerîm Şengalî li Erbîlê di bernameke de axivî. Şengalî destnîşan kir ku li Kurdistana Iraqê milyonek û 300 hezar penaber hene.

Ji teref zanîngehên Kurdistan, Jorge Towna DYAyê û Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ve li Erbîlê bernameke hevpar hat lidarxistin.

Şengaliyê ku di konferansê de axivî destnîşan kir ku li Kurdistana Iraqê milyonek û 300 hezar penaber hene. Ji van hinek zivirîne welatên xwe û hinek jî derketine derveyê welat.

Şengalî wiha diyar kir: “Çareseriyeke demdirêj a ji bo penaberan ew e ku ew bizivirin welatên xwe. Em piştgirî nadin wan ku li Kurdistanê bimînin an jî biçin welatên din. Em dixwazin ku web i daxwaziya xwe biçin welatê xwe.”

Şengalî, di derheqê rêvebiriya Bexdayê ya li dijî penaberan de jî rexne kir. Şengalî wiha diyar kir: “Bexda, di derbarê penaberan de piştgiriyeke kafî nedaye penaberan. Divê ku Bexda di derbarê penaberan de wek bi pirsyar tevger bike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.