Şer Şerpeze Dike

Şer Şerpeze Dike

Li Colemêrgê Kesên Ji Ber Pevçûnan Dixesirin Millet e

Şer û pevçûnên di navbera dewlet û hêzên çekdar de, xisarê tenê dide milletê mezlûm. Li herêmê, şerê li hêla Şemzînan, xelkê perîşan kiriye. Xelkê mezlûm û mehrûm, heta niha ji destê siyaseta menfîetî yên dewlet û orgutan, kezebşewtî, bêwar, birçî û jar, biqîr û hewar buye.

Şerê li Şemzînan, bi ser du hefta ket. Ji ber şer, riyên gundan hatin girtin, çend gund hatin vala kirin, gundiyên derketin ya li qezê yan jî li ba merivên xwe perîşan bûn. Erd û aviyên wan, heywan û sewalên wan, bêxwedî mane. Qeymeqam ji wan re dana 500 lirayê we’d dike daku li şehir têkevin kîrayê. Malbatên bikêmanî xwedyê 5 zarokan, gelo wê bi vî pereyê çibikin? Ne qeymeqam ne jî qomandariya cendermê li derdê wan guhdarî nakin. Gûndiyên Zorgeçîta mezra Nehriyê dibêjin “Hinek gund hatine şewitandin, lê qeymeqam beg qebûl nake. Heger bawer nake, bila bê em bihev re herin binêrin. Nahêlin ku qezetevan têkevin seha şer. Me ji çend yextiyaran pêvetir tu kes li gund nehiştiye. Ew jî ji bo gund neyên xerakirin. Ka sûcê me çi ye? Çima li me guhdarî nakin?”     

Li aliyê din hat îfade kirin ku mensûbên PKKê hawan avêtine tabûra Rûbarokê. Eskeriyê jî topên obusê cewab dane. Teyarên herbê jî herêmê bombebaran dike. Li Şirnexê li Bêşebabê jî, li çiyayê Qatoyê, di operasyona eskeriyê de, ûzman çawîşek pêl mayinê kir û can da.

Li Îzmîr Foçayê jî, gava wesaîta eskeriyê derbas bû, mayinek ji dûranî ve hat teqandin. Dûre jî êrîş li wesaîtan hat kirin. Di şer de du esker hatin kuştin, 8 heb jî birîndar bûn.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.