Şer û Hadîseyên Herêmê Milletê Mezlûm Şerpeze Dike
Şer û Hadîseyên Herêmê Milletê Mezlûm Şerpeze Dike
Şerê di navbera esker û PKKê de, tehdît û dangirtina kepenkan, êrîş û te’deyên li ser mekteb û şantiyeyan, operasyona esker û êrîşên fuzeyan, siyaset û tevgerên çewt û menfîetperestî, xelkê Kurdê mezlûm di nava du agiran de şerpeze kiriye. Millet hizûr û xelasî û silametiyê dixwaze, lê dewlet û PKK, beqa û dewamiya xwe dixwazin, li pey menfîet û xurtbûniya xwe ne.
Do di riya Dêrsim û Ovaciqê, di riya qereqolê de mayin teqiya. Gava wesaîteke sivîl derbas dibû, teqîna mayinê qewimî. Bi teqînê du kesên sivîl can dan. Li ser hadîseyê eskeriyê dest bi operasyonê kir.
Li Nisêbîna Mêrdînê li gundê Giremîran, mensûbên PKKê girtin ser mekteba gund û wekîlê midûr M. Elî Înan û xizmetkarê mektebê Şehabettîn Doğan, bi wesaîta miellimekî din revandin. Dûre wesaîtê li nêzî gundê Merbadê hiştin û her dû kes bi xwe re birin. Ji ber hadîseyê qereqola Nezîrxanê dest bi lêpirsîn û operasyonê kir.
Li aliyê din hat îddîa kirin ku di nava meha cotmehê de li Bêşebaba Şirnexê di şerê navbera esker û PKKê de mensûbekî PKKê yê paye bilind hatiye kuştin. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.