Şer û Kuştin
3 Pkkyî Hatin Kuştin, Li Licê Jî Helîkopterek Ket Xwarê
Xeberan diyar kir ku do di navbera esker û mensûbên PKKê de şer qewimiye. Li gor xeberan li Mereşê li navçeya Pazarcikê li çol û çiyayê gundê Încîrlîkê di şerê navbera esker û mensûbên PKKê de, du PKKyî hatine kuştin. Der heqê hadîseyê de agahiyên zêde nehat dayîn.
Li Dêrsimê jî di 35 kîlometeya riya Dêrsim û Pulumurê de, mensûbên PKKê rê birîn û wesaît dan sekinandin. Di navbera polîsê ku di wesaîtekê debû û mensûbên PKKê de şer qewimî. Hat îddîa kirin ku polîs birîndar buye, mensûbekî PKKê hatiye kuştin, yek jî birîndar buye. Hat îfade kirin ku berî hadîseyê mensûbên PKKê li wesaîtên ku nesekinîne jî reşandine û di buyerê de yek jê ğeddar 4 kes birîndar bûne.
Dîsa li Dêrsimê li navçeya Pûlûrê li gundê Kuruklêyê hat îddîa kirin ku mensûbên PKKê şofêrekî kuştiye. Şofêr berî niha bi deh rojan berê hatibû revandin.
Li aliyê din hat gotin ku li Diyarbekir li navçeya Licê, helîkoptereke eskeriyê ya tîpa Skorsky, li têlên elektrîkê qelibiye û ketiye xwarê. Di hadîseyê de eskerek can daye, yek jê ğeddar 8 eskerê din jî birîndar bûne.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.