ŞER Û OPERASYON
ŞER Û OPERASYONLi hêla rojhilat û başûrê rojhilata welêt, şer û operasyon dewam dikin
Li hêla rojhilat û başûrê rojhilata welêt, şer û operasyon dewam dikin. Li gor xeberan hat gotin ku mensûbên PKKê 3 esker revandine. PKKê, do riya Diyarbekir û Çabakçûrê birî. Hadîse li cîwarê gundê Markê qewimî. Mensûbên PKKê wesaît dane sekinandin. 3 eskerên ku derdiketin îznê, bi xwe re birin. Li ser hadîseyê, li herêmê operasyon hat rast kirin.
Li aliyê din li herêma bajarê Colemêrgê, ketina 7 herêma ji sivîlan re hat qedexe kirin. Hat îfade kirin ku ji ber şerê di navbera esker û PKKê de, ji bo emniyeta mal û can, van herêman ji sivîlan re, muwaqed hatine yesax kirin. Yesaxî wê di navbera 6ê Tîrmeh û 6ê Cotmehê de be. Herêmên hatine qedexe kirin, Îkîyaka, Altindağlar, Bûzûldaği, Rejgerdaği-Alanduz, Balkaya, Karadağ û Çağalayan-Pirînççeken.
Li Şemzînan digel şerê esker û PKK jî, millet biçûk û mezin, jin û mêr diçin camiyan, li terawîh û xitma dewam dikin. Di terewîh û xwendina xetmê Quranê de, li camiyan cîh namîne.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.