SERDANA ENQERÊ

SERDANA ENQERÊ

Li gor xeberan hat diyar kirin ku wezîrê karên derve yê Îranê Elî Ekber Salihî tê Enqerê

 Li gor xeberan hat diyar kirin ku wezîrê karên derve yê Îranê Elî Ekber Salihî tê Enqerê. Salihî wê bi wezîrê karên derve yê Tirkiye Ehmed Davutoğlu re hevdîtinê pêk bîne.

Tê texmîn kirin ku mijarên hevdîtinê, qewimînên Sûriye yên dawî, muzakerên bernama nukleerê ya Îranê ne. Berî niha Salihî û Davutoğlu bi telefonê bi hev re peyivîbûn. Salihî ji Davutoğlu ji bo xelaskirina heciyên Îranê yên li Sûriye rehîn hatine girtin, alîkarî xwestibû.

Tê îfade kirin ku piştî hevdîtinê, wê Elî Ekber Salihî ji Enqerê vegere Îranê.

Li aliyê din hat îfade kirin ku Îran, lixwe mikurr û îtîrafên hinek êrîşkerên sûîqestên li xebatkarên nukleerê weşand. Îtîrafvan lixwe mikurrîn ku li Îsraîl xebata sûîqestê dîtine, perwerdehiya çek û kûngfû, bi dizî kişandina fotoyan  û ajotina motosîkletê stendine.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.