Serdana Hewlêrê

Serdana Hewlêrê

Davûtoğlû Ji Bo Kurdên Sûriye Diçe Hewlêrê

Li gor xeberan hat gotin ku wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu wê roja çarşemê, ji bo xeberdana rewşa Kurdistana Sûriyeyê, biçe Hewlêrê û digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî baxive.

Berî çûna Hewlêrê û hevdîtina digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ji kanaleka televîzyonê ya Tirkî re got “Birêz Barzanî berî çendmehekî li vêderê bû. Em li ser hadîseyên Sûriye axivîn. Emê li ser hadîseyên ku nû çêbûne baxivin û niqaşa xebata xwe ya hevpar li dijî terorê bikin.”

Davutoglu got "em birayên xwe yên Kurd tehdîd nabînin. Ancax li ser sînor ku teşekulek terorê çêbibe, heqê me ye ku em tevdîrên xwe bigrin. Ne li İraqê ne jî li Suriyê, em naxwazin ku Kurd êşê bikşînin û di bin tazyîkê de werin girtin. Em rê nadin vêya. Em jî dixwazin ku heqên Kurdan ên esasî bên dayîn. Em PKK-ê tehdît qebûl dikin."

Wekî tê zanîn Tirkiye ji ber PYD ya li bakurê Sûriye û ji ber beyanatên vê partiyê nerihet e. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.