Serdana Mehmet Gormez a Li Jinên Hepsî
Serekê karên diyanetê Mehmet Gormez, bi minasebeta roja dayikan ya cîhanê, çû Sîncanê, jinên di hepsa Yenîkentê de ziyaret kirin. Gormez da zanîn ku, dînê Îslamê rojekê tenê ji bo dayikan texsîs nekiriye.

Mehmet Gormez bi xanima xwe Hatîce, qîza xwe Muberra û hinek rayedarên Diyanetê re çû hepsê. Gormez ji wekîlê midûrê hepsê Cevat Gul, agahiyên fealiyetên sosyal û perwerdehiyê yên di heqê jinên hepsê de wergirtin. Dûre xîtabî jinên hepsê kir. Beyan kir ku jin û nexasim dê, di fikra Îslamî de xwedî ciyek girîng in. Gormez wiha got “Îslam rojekê tenê texsîsî jinan nekiriye. Em hemû zemanê xwe nezrî dayikên xwe bikin jî, dîsa em nikarin heqê wan eda bikin. Pêxemberê me gotiye ku, cennet di bin lingê diyan de ye. Hemî însaniyet mihebbetê, şefqetê, merhemetê ji diyan hîn kirine.”
Mehmet Gormez dûre hinek Quran û kitêbên Îslamî xelatî jinên di hepsê de kirin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.