Serdana Myanmarê

Serdana Myanmarê

Heyeta Tirkiye Diçe Myanmarê

Berî niha serekwezîr Teyyîb Erdoğan, diyarkiribû ku wê digel jina wî Emîne Erdoğan û keça wî û Ehmed Davutoğlu, heyetek ji Tirkiye here Myanmarê.

Heyeta Tirkiye wê îro here Myanmarê. Sebeba serdana Myanmarê ev e ku bi hikûmeta Myanmarê re, rewşa muslumanê Araqanê bipeyvin, herêm qempên muslumana ziyaret bikin, bala dinyê bikşînin ser zulma ku muslumanê Araqanê dibe.

Hat gotin ku heyet alîkariyên Tirkiyê jî, dibe ji muslumanê Araqanê re. Teyara Davutoğlu 4 ton malzeme dibe. Paşê wê teyareke din 20 ton malzemên ğidayê bibe. AFAD jî diyar kir ku ji bo muslumanê Araqanê heta niha milyonek û 219 hezar lîra hatiye civandin.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.