Serdegirtin li dijî Rêvebirên Rojnameya Cunhuriyetê hat kirin
Di encama serdegirtina ku li dijî Rojnameya Cumhuriyetê hat lidarxistin de hinek rêvebir û nivîskar hatin binçavkirin.
Li ser malên Midûrê Weşana Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabuncu û Serokê Lijneya Îcrayê Akin Atalayê serdegirtin hat lidarxistin.
Hat ragihandin ku Midûrê Weşana Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabuncu hatiye girtin û di derheqê Serokê Lijneya Îcrayê Akin Atalayê ku derveyê welat e de biryara binçaviyê hatiye dayîn.
Her wiha hat diyarkirin ku li ser mala Guray Ozê ji nivîskarên rojnameyê ye jî serdegirtin hatiye lidarxistin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.