Şêrê Çolê: Omer Muxtar

Şêrê Çolê: Omer Muxtar

Di ser şehadeta Omer Muxtar ê bi navê Şêrê Çolê yê ku li dijî îşxalkerîya Îtalyayê li ber xwe da, 91 salan derbas bûn.

Di ser îdamkirina Omer Muxtarê ku ji ber têkoşîna xwe ya li dijî îşxalkerên Îtalyayê yên li Lîbyayê wekî "şêrê çolê" tê naskirin, 91 salan derbas bûn.

Omer Muxtarê ku li dijî desthilatdarîya kolonyalîst a Îtalyayê şer dikir, di 'emrê xwe yê 73 salî de hat girtin û hat îdamkirin.

Di sala 1922yan de li Îtalyayê faşîst hatin ser desthilatdarîyê û dest bi kolonîzekirina Lîbyayê kirin.

Di sala 1923yan de Omer Muxtar li bajarê Berkeyê tevgereke nû ya berxwedanê da destpêkirin û heta sala 1931an dewam kir.

Di 11ê Îlonê de ji aliyê Îtalîyan ve hate girtin. Di 15ê Îlona 1931an de di encama mehkemeya sexte de hate darizandin û cezayê îdamkirinê lê hate birîn.

Ew, li kampeke komkirinê bi aramîyek hêdî hêdî çû ser kursîya îdamê û li ber çavên bi hezaran Lîbyayîyan hate îdamkirin. Dema ku hat îdamkirin, ayetên dawî yên ku sûreya Fecirê dubare dikir: " Ey canê ku bi îmanek kamil û bi kirinên qenc re hatîye hizûrê! Çawa ku tu jê razî û ew jî ji te razî be, vegere bal Xwedayê xwe! Tevlî xizmetkarên min ên rast û dilpak bibe! Bikeve cenneta min! (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.