Şerê Li Sûriye

Şerê Li Sûriye

Di Êrîş û Bombardimanên Dawîn De Gelek Kes Hatin Kuştin

Li Sûriye teyarên herbê yên Esed, li Helebê li ser mehelan bombe barandin. Di êrîşan de sivîl bûn hedef. Di bombardimanan de gelek xanî xerabûn, di nav wan de jin û zarok jî hene gelek kes hatin kuştin.

Bombardiman li Şamê li mehelên Hacer Eswed, Tedamûn, Mazamiye, Yelda û Gûta Rojhilatê qewimîn. Şerên di navbera muxalîf û ordiya Esed de jî, li Îdlîb, Hûmûs, Heleb, Dera, Hama, Deyrez Zor û Hasekê dewam dike. Di hadîseyan de bi dehan kes hatine kuştin.

Hat îfade kirin ku li Derayê, muxalîfan du tanqên Esed îmha kirine. Gelek muhîmmat bi dest xistine. Di 2 rojên dawîn de hat îddîa kirin ku 4 teyarên herbê û helîkoptereke ordiya Esed hatine xistin. Li beldeya Serêkaniyê, ji ber firînên helîkopteran, xelk xwe davêje sînorê Tirkiyê.

Ji 15ê Adara 2011an ve heta niha, li gor hinek çavkaniyan bi kêmanî 35 hezar kes hatine kuştin, bi sed hezaran kes jî koç û barkirine. Ji ber şer, li hinek bajaran bêavîtî û birçîbûnî dest pê kiriye. Bajarên Hûmûs, Heleb, Rastan û çend deverên din bûne xirbe û xopan. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.