Serekê Hîzbûllahê Kurdistan Banga Yekîtiyê Kir
Li gor peyama hat weşandin, serekê Hîzbullahê Kurdistan Edîb Gumuş ji bona rakirina îfsadê gazîya yekîtî û hevkariyê li Musulmanan kir.
Serekê Hîzbûllahê Kurdistan Edîb Gumuş, di malpereke nêzî Hîzbûllah de bi sernivîsa “Hesbîhalek Bi Kesayet û Aliyên Îslamî” re peyamek weşand. Gumuş di vê peyama xwe de li ser gelek mijarên balkêş disekine.
Gumuş di serê peyama xwe de bi vî awayî diaxife: “Nesla nû bi felaketeke mezin re hatiye miqabil hev. Însanên me her roja derbas dibe pirtir dikevin nav gunehan… Hêzên îfsad û şer demek bi tenê vala nasekinin. Îmana zaryên me diçe. Bav û dê yên xwedî hessasiyet êdî hew dikarin bi zaryên xwe re serî derxin. Civaka me di hêla îmanî û ‘emelî de di krîzeke mezin de ye. Hessasiyeta Îslamî roj bi roj ze’îf dibe û civak seranser tê îfsad kirin… Em dibînin Muslumanên ku divê mesûliyeta de’wa Îslamê hilgirin milê xwe bi îmkanên dunyewî yên besît ve ‘eliqî mane. Weke ku îdara xwe a Îslamî damezrandibin, munkerata rakiribin û mesûliyeta Îslamî ji ser wan rabûbe bi hizûr serê sibê diçin ser karê xwe û êvarê dizîvirin malên xwe.”
Divê Em Li Hember Îfsadê Bisekinin
Gumuş di peyama xwe de dîqqetê dikişîne ser mesuliyetê û kesayetên berê hişyar wiha îqaz dike: “Hinek kesên ku heta duh nîzama Îslamî û Îslam ji devê wan nediket, îro bûne daholvanê laîklikê, ev jî hê nebese laîklikê bi awayê modeleke Îslamî pêşkêşî Muslumanên di arenaya dinyayê de dikin. Di welat de di qanûn û jiyana rojen de ‘eciqandina hidûdullah, serbestbûna heramiyan, qedexe kirina helalan, di civakê de pêşveçûna fihûş, faîz û îrtîdadê… adeta naxwazin bibînin. Û di hêla dî de ji bo civak bi temamî ji girîngiyên Îslamî bê dûrkirin xefikên bi her awayî têne danîn.”
Gumuş pey van gotinê xwe bi vî awayî mesûliyeta li ser pişta Musulmanan bi bîra wan tîne: “Li hember vê rewşa xirab ne mumkune ku Musulmanên dixwazin Quran û Sunnetê di jiyana xwe de pratîze bikin bê deng bimînin. Çawa mesûliyeta me li hember însaniyetê heye, hê pirtir li hember malbat, ‘eqreba û gelê me jî heye. Di vê dema ku agirê dora îman û Îslamiyeta civakê girtiye hê mezintir dibe de mesûliyeta me jî gelek giran dibe.”
Em Alîkariya Hev Bikin, Bibin Yek
Gumuş ji bo peyvên wî ji alî hinek kesan ve ğelet neyê fêm kirin jî dibêje: “Amanca me ne îtham kirin û dibin zen hiştina Musulmanan e. Em nefsa xwe bi awayê “Kesên ji bil me mesûliyeta xwe îhmal kirin, lê belê me bê qisûr ev wezîfe pêkanî.” Tezkiye nakin… Dema dest avêtina vê karê hatiye û derbas jî dibe. Heger em bala xwe bidin vê xisûsê, dê ev yek bi xwe re hinek gavên berbiçav jî bîne.
“Rebbê me ji me re dibê: “…Li ser teqwa û qenciyê alîkariya hev bikin! Di xirabî û neyartiyê de alîkariya hev nekin. Ji Allah Te’ala bitirsin. Bi rastî ‘ezabê Allah Te’ala dijwar e.”(Maîde: 2) “Nexwe em çima ji bo xêr, xilasî û selameta îmana civaka xwe pirtir alîkariya hev û dî û fedakariyê nakin? Tiştên mani’ê vê yekê ne çi ne? Divê vana bên tespît kirin û çi divê bê kirin.
Bi taybetî Musulmanên di salên 1970 û 1980an de li ser fikrê tewhîdî û Dewleta Îslamî, li kur û kîjan meqamî bin divê muhasebeya xwe bikin. Bila van birayên me di wextê seherê de rûnin û bi vî awayî tefekkur bikin: “Em Musulmanên vê civakê ji bo mesûliyeta xwe bi cih bînin divê em çi bikin, em bi hev re karin çi gavan bavêjin?...”
Di van mijaran de tewsiye û teklîfên tevî birayên me ji bo me gelek bi qîmet in. Em dikarên bi kurtasî bêjin: “Di vê pêvajoya em Musulman tê de derbas bûn, me zêde ji hev îstîfade nekir, alîkariya hev nekir, em nebûn şirîkê derdên hev û yekîtiyek me bi dest nexist. Ev ji bo me kêmasiyeke. Îslam vê yekê caiz nabîne. Divê em bi hev re hesab, plan û bernameyên balkêş têxin pratîkê.”
Gumuş bi van du’ayan peyama xwe bi dawî dike: “Rebbê me hessasiyeta me a Îslamî zêde bike, girêdayiyên me yên biratiyê bijdîne, me bi me’na heqîqî bike bira û xizmetkarê Îslamê. Emanetê Allah Te’ala bin. Allah Te’ala yar û alîkarê we be. Birayê We Edîb" (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.