Serekê Partiya Doza Azad: “Em Nikarin Kurdan Terkî Însafa Pkkê Bikin”
Partiya Doza Azad Huda Par, bi lez xebatên teşkîlatên xwe didomîne. Çendakî berî teşkîlata Edenê hatibû avakirin.
Partiya Doza Azad Huda Par, bi lez xebatên teşkîlatên xwe didomîne. Çendakî berî teşkîlata Edenê hatibû avakirin. Binaya teşkîlatê, do bi merasîm hate vekirin. Serekê partiyê parêzer Huseyîn Yilmaz jî, bi konvoyeke mezin tevlî merasîmê bû.
Merasîm ji devê Weysî Sonkayayê, bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre serekê teşkîlata Edenê Weysel Yavûz, malavahiya beşdaran kir. Paşê parêzer Huseyîn Yilmaz xeber da. Yilmaz wiha got “Em hêvî dikin ku, wan zehmetî li paş mane. We berxwe da û sebat kir. Bi saya fedekariya we, îro em li vir vekirina teşkîlata partiya xwe pêk tînin.” Piştî xeberdanan bîna teşkîlata hat vekirin.
Her weha serekê Huda Parê parêzer Mehmet Huseyîn Yilmaz, di merasîma vekirina bîna teşkîlata partiyê de, li ser pêvajoya çareseriya mesela Kurd jî xeber da.
Huseyîn Yilmaz da zanîn ku, hevdîtinên Îmaraliyê yên partiya AKPê musbet dibînin. Yilmaz wiha got “Di vê pêvajoya nû de, em eşkere destekê didin sekinandina sîlehan û agirbestiyê. Di çarçova sekinandina sîlehan û dane sekinandina çekdariyê de, PKK û lîderê wê mûxatab bê girtin, gavek rast e. Feqet bi PKKê re, li ser navê heqên siyasî û kulturî yên hemî Kurdan bazar bê kirin, ne rast e. Lewra tenê PKK Kurdan temsîl nake û tenê domahiyên PKKê jî Kurdan temsîl nake. Em nikarin Kurdan terkî însafa PKKê bikin.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.