Serekwezîr Dê Îhtîlalan Binivîsîne
Berdevkê Komîsyona Muxtire û Îhtîlalan a Meclîsê Îdrîs Şahîn, beyan kir ku komîsyonê ji bo Serekwezîr Receb Tayyîb Erdoğan guhdarî bike, wî dawet kiriye.
Berdevkê Komîsyona Muxtire û Îhtîlalan a Meclîsê Îdrîs Şahîn, beyan kir ku komîsyonê ji bo Serekwezîr Receb Tayyîb Erdoğan guhdarî bike, wî dawet kiriye.
Pey van beyanatan dê ev hevdîtin çawa bibe eşkere bû.
Şahîn go: Wê Erdoğan cewaba pirsin komîsyonê bi nivîsî bide.
Dîsa hat îfade kirin ku ji ber bernameya ziyaretên Erdoğan yên li welêt û dervî welêt gelek tije ye qerareke wisa hatiye dayîn.
Komîsyon wê 16 vê mehê pirsên amade bike ji Erdoğan re bişîne.
Bi taybetî beyanatên Erdoğan yên di derbarê 28ê Sibatê û Muxtireya 27ê Nîsanê de tên meraq kirin.
Komîsyonê berî niha, Suleyman Demîrel, Tansû Çiller, Mehmet Ağar, Yaşar Buyukanıt û hê gelek rayedarên berê guhdarî kiribû. Dîsa di vê pêvajoyê de 132 kes bi awayê meğdûr hatin guhdarî kirin û bi hezaran rûpelan me’lûmat hatin kom kirin.
Pey ku aktor bên guhdarî kirin wê xebatên sê komîsyonên bin siya meclîsê pêvajoyên 27 Mayis, 12ê Îlonê, 12ê Adarê, 28ê Sibatê û 27ê Nîsanê bi awayê raporekê amade bikin. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.