Serekwezîrê Tûnûsê Îstîfa Kir
Berî niha serekwezîrê Tûnûsê Hammad el Cîbalî, piştî sûîqesta lîderê muxalîf Şukru Belîd, diyar kiribû ku wê hikûmeteke teknokrat bide avakirin.
Berî niha serekwezîrê Tûnûsê Hammad el Cîbalî, piştî sûîqesta lîderê muxalîf Şukru Belîd, diyar kiribû ku wê hikûmeteke teknokrat bide avakirin. Ji ber vê yekê ewilî, kabîneyê fesix kiribû, ji bo hilbijartinan jî xwestibû vê hikûmeta teknokratê ava bike. Lê belê hereketa Nahda ya ku li îktîdarê ye, li ber vê fikrê bû. Lîderê Nahdayê Gannûşî, ji ber vê tewra Cîbalî beyan kiribû ku, wê dev ji îktîdarê bernedin û ji lew jî li Tûnûsê mîtîngeke nêzî mîlyonekê li dar xistibû.
Hat gotin ku serekwezîrê Tûnûsê Hammad Cîbalî, hikûmeta teknokratê pêk neaniye û îstîfa xwe daye. Cîbalî di qesra dewletê de di civîna medyayî de da zanîn ku, ji ber soza xwe ya avakirina hikûmetê pêk neaniye îstîfa kiriye. Beyan kir ku, îstîfa wî û pêkneanîna hikûmeta teknokratê, nayê me’na ku şoreş biserneketiye.
Wekî tê zanîn destên qirêj piştî kuştina Şukru belîd, xwestibûn li welêt li ber hikûmetê protesto gûr û mezin bibin. Hereketa Nahdayê li ser kuştina Şukru Belîd îfade kiribû ku, sûîqest ji derve û hundir hatiye rastkirin da ku muslumana ji îktîdarê dûr bikin.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.