Sererkanê Kevn Karadayi Hat Desteserkirin
Sersewcîtiya cimhûriyeta Enqerê, doza 28ê Sibatê dimeşîne.
Sersewcîtiya cimhûriyeta Enqerê, doza 28ê Sibatê dimeşîne. Di çarçova lêpirsîna vê dozê de, ji teref polîsan ve sererkanê kevn Îsmaîl Karadayî hat desteser kirin. Wî ji Stenbolê birin Enqerê.
Tê gotin ku heta niha di vê dozê de 90 kes hatine desteserkirin. Di nav wan de sererkanê kevn Çevîk Bîr, qomandarê hêzên bejayî Hikmet Koksal, qomandarê hêzên hewayî Ahmet Çorekçî, Sekreterê heyeta ewlehiya mîllî Îlhan Kiliç jî hene.
Meha borî Çevîk Bîrê ku di hepsa Sîncanê de girtiye, muracaetî sewcîtiyê kiribû ku mesûlê esil Îsmaîl Hakki Karadayi ye. Her wiha Çevîk Bîr îfade kiribû ku ew tenê ji qarargahê mesûl bûye.
Berî niha Karadayi îfade kiribû ku ger bê gazî kirin wê here îfadê bide.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.