Serîlêdanên kadro yên karkarên taşeron îro dest pê dike

Serîlêdanên kadro yên karkarên taşeron îro dest pê dike

Karkerên taşeron ên ku dixwazin kadro bistînin ji îro pê de dê karibin li kargehên ku dixebitin serîlêdan bikin.

Her weke ku dê bê bîran berî niha ji teref Wezareta Ewlehîya Civak û Xebatê  derbarê mijarê de di Rojnameya Fermî de daxuyanîyek dabû weşandin û dabû diyarkirin ku ew ê karkerên taşeron wek karkerên bi kadro bên girtin.

Hat ragihandin karkerên taşeron ên ku şert û mercên serîlêdanê bi xwe re vedugehîzinin dê karibin heta 11ê Çilê li wan kargehên ku ew lê dixebitin bo kadroyê serîlêdanên xwe bikin. Her wisa hat ragihandin ji bo karker biserkeftî bên hesibandin divê di îmtîhana ku dê bê kirin de herî kêm 50 pûan bistînin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.