Şermezarkirina Qetlîama Roboskîyê

Şermezarkirina Qetlîama Roboskîyê

Bi minasebeta salvegera qetlîama Roboskîyê, serokatiya Huda Parê

Bi minasebeta salvegera qetlîama Roboskîyê, serokatiya Huda Parê û Cemiyeta Mustezefan, li Diyarbekir, Agirî û Şirnexê protestoyên şermezarkirinê rast kirin.

   Serokê Huda Parê Zekeriya Yapicioğlu li serokatiya partiyê ya Diyarbekirê xeber da. Beyan kir ku bi ser navê micadela li ber terorê, li xelkê mesûm û sivîl gelek caran qetlîam hatine rastkirin, bêhiqûqî û kirinên li dijî însaniyetê hatine lidarxistin. 

   Yapicioğlu wiha îfade kir: “34 welatiyên sivîl bi teyarên herbê hatin qetilkirin. Pirê wan di umrê zaroktiya xwe de bûn. Qetlîama Roboskî li Kurdistanê ne ya ewilî ye.

   Di 25 û 26ê Adara 1994an de, gundên Gever û Beysûkê yên Şirnexê, dîsa bi teyarên herbê hatine bombebarandin, di qetlîamê de 38 gundî hatine qetilkirin. Du sal bi ser qetlîama Roboskîyê ketin.

   Ji rayedarên dewletê kesên fail û berpirsiyarên qetlîamê dernexe meydanê, dibin şirîkê vê qetlîamkirinê. Ma xwîna kurdan ew qas erzan e? Edalet ji tiştekî re nayê fedakirin.”

   Dîsa li Diyarbekirê Cemiyeta Mustezefan, li meydana Şêx Seîd protestoyeke girseyî li dar xist. Bi slogan û panqartan millet tevlî protestoyê bûn. Millet bi sloaganên “ji bo zalimê xwînxwarî bijî cehennem, ji bo Roboskî edalet, bila failên qetlîamê bên dîtin” destek dan protestoyê.

   Beyanata medyayî, ji aliyê Cengîz Aydin ve hat xwendin. Di beyanatê de hat îfadekirin ku kes nikare bi çend gotinên nerm û biçûk, qetlîama han bide jibîrkirîn.

   Qetlîam ji peyva Tirkiya nû re bûye mîhenk. Ew ê ev qetlîam edalet û heqqanîyetê test bike. Heta ku qatil û fail û berpirsiyarên qetlîamê, neyên eşkerekirin û cezakirin, ew ê gotina Tirkiya nû, ji peyvekê zêdetir ne tiştekî din be. Beyanata medyayî bi duayê qediya.

   Li Şirnexê jî Klûba Biratiyê ya Rojhilat û Rojavayê bi sedem salvegera qetlîama han, bi beyanateke medyayî protestoyek li dar xist. Huda Par û Komela Perwerdehiyê Ya Nûhê jî destek dan protestoyê.

   Beyanata Medyayî bi xwendina Quranê dest pê kir. Ehlê bajêr bi slogan û panqartan, tevlî protestoyê bûn. Pey guhdarîkirina helbesteka li ser qetlîama Roboskîyê, serekê klûba han Emrûllah Arsû li ser qetlîamê xeber da.

   Da zanîn ku bi teyarên herbê yên sererkaniyê, 34 welatiyên kurd hatine qetilkirin. Lê hê berpirsiyarên qetlîamê nehatine eşkerekirin. Her wiha beyan kir ku coğrafyaya Kurdistanê gelek qetlîam û komkujî ditîne. Divê fail bên dîtin da ku ji bo Roboskîyê edalet were cî.

   Li aliyê din li Agirî jî, serokatiya Huda Parê ji bo telînkirina qetlîama Roboskîyê, bi beyanata medyayî protestoyek li dar xist. Digel ku germahî di bin sifirê de 15 pile bû jî, millet bi tevlîyeke mezin beşdarî protestoyê bûn. Pey xwendina Quranê, endamê Huda Parê M. Elî Ortaç bi kurdî li ser qetlîama Roboskîyê xeber da.

   Îfade kir ku hê nedîtin û neeşkerekirina berpirsiyarên qetlîamê, manîdar e. Beyanata medyayî ji aliyê namzetê Huda Parê yê ji bo şaredariyê Bûrhan Aslan ve hat xwendin. Beyan kir ku bi vê qetlîamê eşkere bûye ku xwîna gelê kurd li cem sîstemê çi qas erzan e.

   Heta ku qatil û failên qetlîamê neyên eşkerekirin, semîmiyeta dewletê ya ji bo Kurdan nayê îspatkirin. Beyanata medyayî bi duayê bi dawî bû.

   Her wiha teşkîlata Huda Parê ya Mêrdînî jî, bi beyanateke nivîskî qetlîama Roboskiyê telîn kir. Beyanat ji aliyê nazmetê partiyê yê ji bo şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê Mela Mehmûd Kilinç ve hat diyarkirin.

   Kilinç da zanîn ku zihniyeta bersiyarên qetlîam û komkujiyên Dêrsim û Zîlan û Pîranê û yên Roboskîyê eynî ne. Naxwazin qetlîam bê eşkerekirin.

   Ne bîst sal, eger 100 sed sal jî derbas bibe, ew ê xelk hesabê vê qetlîamê bipirse. Mela Mehmûd diyar kir ku ew ê her tim ligel mexdûrên qetlîamê bin û ji bo qurbanên qetlîamê ji Xweda rehmet, ji malbat û merivên wan re jî, sebr û tehemmul xwest.

BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.