Serokatîya Herêma Kurdistanê: Em êrîşên terorê yên li Kabîlê şermezar dikin

Serokatîya Herêma Kurdistanê: Em êrîşên terorê yên li Kabîlê şermezar dikin

Ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve derheqê êrîşên ku li Kabîlê hatin kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de êrîşên ku hatin kirin hatin şermezarkirin û dû re wiha hat gotin: “Em wê êrîşa terorê ya ku şeva pêncşemê li Kabîlê hat kirin û tê de bi dehan welatîyên Afganistan û Amerîkayê mirin, bi tundî şermezar dikin.Em ji bo malbat û hezkirîyên qurbanan duakar in.”

Di encama êrîşên ku doh êvarî ji teref DAIŞê ve li Kabîlê hatin kirin de 103 kes canê xwe ji dest dabûn.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.