Serokatiya Herêma Kurdistanê ji rewşa rojavayê Kurdistanê nîgeran e

Serokatiya Herêma Kurdistanê ji rewşa rojavayê Kurdistanê nîgeran e

Serokatiya Herêma Kurdistanê derheqê rewşa rojavayê Kurdistanê de ragihand, eger ‘Rêkeftina Hewlêrê’ neyê cîbicîkirin dê helwesta xwe ya li hember hêz û aliyên rojavayê Kurdistanê berçav re derbas bike û diyar kir, heta hilbijartinên azad neyên sazkirin t

20 Gulan 2013; 21:30

Serokatiya Herêma Kurdistanê derheqê rewşa rojavayê Kurdistanê de ragihand, eger ‘Rêkeftina Hewlêrê’ neyê cîbicîkirin dê helwesta xwe ya li hember hêz û aliyên rojavayê Kurdistanê berçav re derbas bike û diyar kir, heta hilbijartinên azad neyên sazkirin tu kes û hêzek nikare xwe li ser yên din de ferz bike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (20.05.2013) derbarê rewşa rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ku di malpera fermî ya saziyê de hat weşandin behsa rola serokê Herêm Kurdistanê Mesûd Barzanî di yekxistin û lihevnêzîkirina hêz û partiyên rojavayê Kurdistanê ji destpêka aloziyên Sûriyê de hat kirin û wiha hat gotin: “Birêz serok Barzanî ji destpêka bûyerên Sûriyê ve hewl daye deverên kurdan li gorî deverên din ên Sûriyê aram bimîne.”

Li gorî daxuyaniyê, hewl û xebata Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêmê Kurdistanê bû sedema wê ku navbera hêz û partiyên rojavayê Kurdistanê de rêkeftin pêk were û ev lihevkirin wek Desteya Bilind a Kurd xwe nîşan bide ku roja 11.07.2012 hat îmzekirin.

Di daxuyaniyê de bêyî ku navê partî yan saziyeke rojavayê Kurdistanê were ziman, rexne li “hinek aliyên diyar” hat girtin ku roj bi roj xwe ji rêkeftina Hewlêrê dûr dixin û aliyên din piştguh davêjin û wiha hat gotin: “Heta niha serok Barzanî bi çavekî û wek bira li hemû kurd û aliyên rojava nihêriye lê mixabin hinek hêz û alî bi şêwazekî şêlû xwe biçek dikin û xwe ji rêkeftina Hewlêrê dûr dixin û aliyên din piştguh davêjin û xelkê digirin, dikujin, direvînin û guh nadin nêrînên aliyên siyasî.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku heta hilbijartinên azad neyê lidarxistin kes nikare xwe li ser yên din de ferz bike û heta wê demê jî tenê Desteya Bilind a Kurd nûnertiya xelkê dike û wiha hat gotin: “Em nahêlin piştevaniya me wek pirekî ji bo xwesepandin û despotîzmê were bikaranîn. Ji ber wê jî em neçar in helwesta xwe li ber çavan re derbas bikin û eger rêkeftina Hewlêrê neyê cîbicîkirin emê biryarek din bidin.”

Tê zanîn, di van rojên dawî de PYDê hinek endamên partiyên siyasî û siyasetmedarên rojavayê Kurdistanê girtiye û ji ber wê jî tansiyon li wî beşê Kurdistanê bilind bûye.

Rûdaw

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.