Serokê Emrîqayê Bîden: Alîkarîya me ya ji îsraîlê re saxlem û bêlerz e

Serokê Emrîqayê Bîden: Alîkarîya me ya ji îsraîlê re saxlem û bêlerz e

Serokê Emrîqaya îşxalker Joe Bîden, weha got, “Alîkarîya Bireveberîya min ya ji îsraîlê re wek zinarê saxlem û bêlerz e.”

Serokê Emrîqaya îşxalker Joe Bîden ku derheqê meseleyên li ser axên îşxalkirî tên jîyankirin de axivî, destnîşan kir ku ji bona ku birêveberîya rejîma sîyonîst xwe biparêze çi alîkarî hewce be ew ê bidin.

Bîdenê ku bi tevî Wezîrê Karên Derve yê Qesra Spî Antony Blinken derketên li hemberê qemerayê van îfadeyan anît ziman, “Alîkarîya Bireveberîya min ya ji îsraîlê re wek zinarê saxlem û bêlerz e.”

Bîden îfade kir ku di navbera rejima sîyonîst û Emrîqayê de di alîyê leşkerî, îstîxbarat û dîplomatîkê de minasebet didomin, ekîba wî jî bi tevî wek welatên Misir, Tirkîye, Qeter, Erebistana Siûdî bi hevparên xwe yên li Ewrupa û birêveberîya Filistînê re jî di nav têkilîyê da ne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.