Serokê Giştî yê HUDA PAR: Divê ji bo pirsgirêkên penaberan çareseriyên mayînde werin hilberandin

Serokê Giştî yê HUDA PAR: Divê ji bo pirsgirêkên penaberan çareseriyên mayînde werin hilberandin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi minasebeta "20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê" daxuyanî da.

Yapıcıoğlu bi minasebeta 20ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan li ser pirsgirêkên penaberan bisekinin û çareseriyên mayînde hilberînin.

“Siyaseta dagirkerî û talankirinê ya emperyalîstên kolonyalîst ên dijmirov, her sal dibe sedema mirina bi sed hezaran mirovan”

Yapıcıoğlu, destnîşan kir ku di warê mafê jiyanê de, ku mafê herî bingehîn ê mirov e, cîhan her ku diçe bêhêztir dibe û dû re wiha got: "Siyaseta dagirkerî û talankirinê ya emperyalîstên kolonyalîst ên dijmirov, her sal dibe sedema mirina bi sed hezaran mirovan û dibe sedem ku bi mîlyonan mirovên ku erdên wan têne dagirkirin neçar in ku welatê xwe biterikînin. Sefaleta ku ji ber zilm, îşxal û talanê derketiye holê û ji ber qetlîamên ku tên kirin her ku diçe problema penaberan mezintir dibe. Divê welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan li ser pirsgirêkên penaberan bisekinin û çareseriyên mayînde hilberînin. “

“Şer, zilm û qetlîamên ku li ser erdnîgariya Îslamî tên kirinbûye sedema bobelateke mezin a însanî”

Yapıcıoğlu di berdewma daxuyanîya xwe de bal kişand li ser bûyerên ku li erdnîgariya Îslamê pêk tên û dû re wiha got:" ji ber qetlîam, zilm û şerên ku bi stratejîyên emperyalîzma kûrewî û hevkarên wî li ser erdnigarîya Îslamê tên kirin bûn sedema bobelateke mezin a însanî. Li gelek welatên mîna Sûrîye, Filistîn, Iraq, Yemen û Arakan û Tirkistana Rojhilat ji ber zilma ku tê kirin kesên ku fersend dîtin koçî welatên cîran kirin. Îro Tirkîye li cîhanê bûye welatê yekemîn a ku herî zêde penaberan dihewîne û ji wan re mazûvantîyê dike. Em muntesîbên medenîyeteke wisa ku ew ew medenîyet dibêje ‘Heger cîranê kesekî birçî be û ew têr raze, ew kes ne ji me ye.’ Ji ber vê yekê divê em destekê bidin wan birayên xwe yên ku koç dikin û tên vê derê. Divê ev alîkarîyên me heta ku ew karibin vegerin welatên xwe berdewam bikin.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler