Serokê Giştî yê HUDA PARê bi xortan hat ba hev

Serokê Giştî yê HUDA PARê bi xortan hat ba hev

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Stenbolê beşdarî “Şahîya Ciwanan” a bû û di bernameyê de bi xortan re hasbîhal kir.

Li Stenbolê ji teref Teşkîlata Şaxên Ciwanan a Bajara Stenbolê ya HUDA PARê ve li Daristana Belgradê bernemeyeke bi navê “Şahîya Ciwanan” hat lidarxistin.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî beşdarî vê bernameyê bû û pirsên xortan bersivand û derheqê çend mijaran de nirxandinan kir.

“Qedr û qiymeta xwe baş bizanibin, lewra hejmara wan kesên ku vî karî bi şiûr dikin gelek zêde kêm e”

Yapicioglu di axavtin û nirxandina ku kir de derbarê xortanî û îfsadên ku tê xwestin li ser xortan bên kirin de wiha got: “Xortên ezîz, divê em ji xwe û ji rewşê haydar bin. Hûn ew xort in ku haya wan ji projeyên îfsadê heye. Ji ber vê yekê mesûlîyeta we zêde ye. Hûn dizanin ku divê însanek bi hêla maddî û bi hêla manewî dikare li ser pîyan bisekine. Divê hûn di vî warî de bibin mîsal. Qedr û qiymeta xwe baş bizanibin, lewra hejmara wan kesên ku vî karî bi şiûr dikin gelek zêde kêm e. Divê hûn bi rabûn û rûniştina xwe û her wisa hal û hereketên xwe ji derdora xwe re bibin mînak û wan xortên li derdorê bikin bin tesîra xwe. Rojê qet nebe 2 rûpel kitêb bixwînin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.