Serokê Giştî yê HUDA PARê: Çima perwerdehîya bi zimanê zikmakî ji Kurdan re wek heq nayê dîtin!

Serokê Giştî yê HUDA PARê: Çima perwerdehîya bi zimanê zikmakî ji Kurdan re wek heq nayê dîtin!

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji bo hinek ziyaretan ji Wanê derbasî Agirîyê bû û bi gel re hat ba hev.

Di hevdîtinên ku hat kirin de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê meseleya Kurd de nirxandinan kir. Yapicioglu di nirxandina ku kir de helwesta bi şert a hikûmetê rexne kir û destnîşan kir, ne rast e ku hurrîyet û heqên yekî bi komekî çekdar re bê xistin meseleya bazarê.

“Meseleya Kurd, meseleya heq û hiqûqê ye; ev kar bi rê û rêbazên mîna ya ku jêre pêvajoya çareserîyê tê gotin nikare vê çareserkirin”

Yapicoglu di berdewama nirxandina ku kir de destnîşan kir “Em dibêjin ku problem û meseleyek heye û divê ev yek mitleqe bê çareserkirin. Meseleya Kurd, meseleya heq û hiqûqê ye. Ger tu wek dewlet bibêje, ‘telebên xelqê li ba min qeydkirî ne û ji van hinek maqûl in û ez ê van bi cî bînim.’ Piştî vê yekê jî ger tu wek dewlet rabe vê yekê bi şertekî girê nede ew ê mesele ji xwe mere bê çareserkirin. Hewce nake tu bi yekî bazarîyê bikî û hinekan re rûnî û bibêjî “tu vê bikî ez ê jî vê bikim.’

“Gelo ew perwerdehîya bi zimanê zikmakî ji bo wî welatîyê te yê li Almanyayê heq e û ji yê li vê derê re ne heq e”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de derheqê nirxandinên Erdogan ên derheqê xebatên perwerdehîya bi zimanê zikmakî ya ji bo welatîyên Tirkîyê yên li Almanyayê de jî wisa axivî: “ Însanên ku zimanê wan Kurd in hene û ev Kurd ji bo xebatê nehatine vê derê. Ev Kurd va bû 3-4 hezar sal ku li vê derê ne û cihekî wan a ku herinê nîne. Gelo ew perwerdehîya bi zimanê zikmakî ji bo wî welatîyê te yê li Almanyayê heq e û ji yê li vê derê re ne heq e? Gelo ma bersiva vê heye? Naxêr tune ye.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.