Serokê Giştî yê HUDA PARê dengê xwe da û got: Xweda diayên mezlûman qebûl bike û firsetê nede zaliman

Serokê Giştî yê HUDA PARê dengê xwe da û got: Xweda diayên mezlûman qebûl bike û firsetê nede zaliman

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Stenbolê çû li ser sindoqan û dengê xwe da.

Yapicioglu dengê xwe li Başakşehîra Stenbolê li Mekteba Navîn a Şêx Şamîl Îmamxatîb dengê xwe da û li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Yapicioglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, em hêvî dikin ev hilbijartin bê qeza û bê bela bi encam bibe û wiha got: “Me li Başakşehîra Stenbolê li Mekteba Navîn a Şêx Şamîl Îmamxatîb dengê xwe da. Ev hilbijartin di rêya serxwebûna kamil de bi wesîleya xêr û bereketê. Li cihê ku lê sindoq hatibûn dayîn rêzên dûvdirêj hebûn. Eleqeyeke zêde ji hilbijartinan re tê nîşandan. Hemd ji Xwedê re bajêr aram e. Xweda diayên mezlûman qebûl bike û firsetê nede zaliman. ”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.